En son içerik ekleyen üyeler(resimli) | Hemen üye ol, seçkin bir ortama katıl!
Haydar MetinHaydar...
,,, Hilden
drozakdrozak
48, yalova
mahmutcantekinmahmut...
, ADIYAMAN/
kılıçarslan gazioğlukılı...
37, rize
Sadık YılmazSadık...
36, İSTANBL
savaş karadumansavaş...
54, samsun
6666
56, Ankara
kagan_iscenkagan_...
, adana

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics and more...

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics, Videos, Jokes and more for FREE...
Create new account for free

Pirtûka Girr, Werger ji Heciyê Cindî, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

Pirtûka Girr, Werger ji Heciyê Cindî, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

Girr
Terceme kir : Hecîyê Cindî
1933
Neşra hukumata şêwra Filistanê Rewan 1933
Têmûrê Xelîl Mûradov
2- oy pereulok Fîcîka
Dom 7, kv. 8
Êrîvan- 37 50 78- USSR
Tel . 35. 10. 20.(mal)- 52- 97. 41(kar)
Nivîsîna bi tîpa latînî: Edoyê Simkoyê Mikoyê Elîyê Dûmanê Kelboyê Omo xelkê kela Makê
25.8.2011
Neşirxana hukneş
Glavlitn 8189(b)
Neşir n 2618
Tembî n 1447
Tîraj 1000
Rêdaktor: Emînê Evdal
Rêdaktorê têxnîk: G. Zênyan

Navnîşa miqala
Girr ji netemizayê biter dive
Gurîbûn nexweşîya massayîye
Çeşîd û şixulkirina çêrm
Nîşan û çetinayê gurîbûnê
Gurîbûn ji çi peyda dive
Şer pêşîya gurîbûnê
Bi qewata du- dermana şerkin pêşîya gurîbûnê
Em çawa pêşîya nexweşîya girrê bigirin.
Lozûng

Girr ji netemizyayê biter dive
Ji nexweşîya yek jî girre. Girr nexweşîke eyane. Meriv tune, ku dereqa gurîbûnê da nizan be. Zef hema ji nexweyîkirina cane xwe gurîbûne, hene meriv jî, ku merivê bi nexweşîya gurîbûnê dîtine, li malda û cîne mayîn.
Girr hertim ji qilêrê pêşda tê, ji netemizyayê. Gurîbûn bi wandera pêşda tê, li ku meriv nav gemarêda dijîn, serhevda radizên, bi sal û zemana rûçkê hemama navînin. Hertim xwekirina wana deste kince, bû havîn, bû zivistan, xênji kincê serda kiras, derpê xwe wextêda naguhêrînin û cem nexweşa radivin, rûdinin.
Girr du pa wextê şera û xelaya pêşda tê, gava ku meriv bi hevra şerdikin û pêra jî birçîbûn tê ortê, wan çaxa nexweşîya girrê bi massayî nav merivada bela dive û ji meriva zef hindik ji wê qezayê dûr dimînin, gurî navin.
Wan çaxa gurîbûn nav gundada diha bela dive bajar pir hindikî ji wê nexweşîyê dûr dimînin. Eva yeka ji wêye, ku gund diha paşdamaye, gundî pey edetê kevn, diçin û xevata xwe bi mêtodê kevn dikin, lê bajarvan ji alîyê kûltûrê diha zanin, neku gundî, lema jî girr cîkî diha zef dive, cîyê mayîn kêm.
Vê derecêda gilîyê me nîvê pirê, dereq xevatçîyê kurmancadane. Xevatçîyê kurmanca hela zef gundada pey edetne kevn diçin. Avayêd xirav da dijîn, avayîne usa, çiko sal û zemana berê, bav pîrê wan dabûn çêkirinê.
Bi xevatçîyê kurmancara sal- zeman hatine girêdan ga, pez, golik, bizin, kelb(se), hesp, pişîk, mirîşk. Xevatçîyê gund zef cara zivistana bi wan heywanetara derbaz dikin, cîkîda, malekê da yan jî ode û tewleyekêda. Ew xevatçîyana zivistanê çetin da heywanêt hela ji hundur jî dernaxin. Eger heywanêt derdixin jî ji hundur, sebebîya wê, rojê xweş divin, rojê dine avê jî hela hundurda didin wana.
Xevatçîyê gunda zef cara guh nadin ser xwerina xwe, kincê xwe gelek wext li xwe dikin, ew jî wextêda nadin şûştinê, guhartinê. Lema jî kincê li wan zef cara ji xûdan û qilêrê dipizinin, diperitin. Guhdarîyê li cî razana xwe jî nakin. Ew zef cara ha tewakelî radizên radikevin, radizên ser kulava, berra, bal hev, çûk û mezin cîkîda radizên. Hene meriv usa jî, ku tenê çarix û bîşmêrtê xwe dêxin bona razanê, lê kincê mayîn naêxin, bi kincava radizan. Eger ser vana jî zêdekin tiştekî jî, wê hênê her tişt wê cîyê xwe bigire.
Ewe, hene meriv, ku heta axirîya xwe jî rûçkê hemana navînin, avê li xwe nakin, bi gotinayê usa meriv gerekê avê carekê xwe ke, wextê bûyînê, yek jî wextê mirinê, tenê du cara.
Xwerina wana jî ne bi qeydekî normalê ye. Nan û xwerinê bi lez û ser pîya dixun, diçin. Ji lezbûnê nanê tisî hertim dixun. Hene meriv jî ku şeş heft roja carekê şilayê dixun, wextê dine bi nanê tisî ebûra xwe dikin.
Ahaye, ji wê yekê jî nexweşî pêşda tên, meriv zeyîf divin. Ji jarbûnê jî meriv zû nexweşîya dikevin, nexweşî ji wana digirin.
Ew yek bajarada jî diqewime, lê awqa pêşda neçûye. Pale jî zef cara temizayî davên pişt guhê xwe, temizaya malê xwe nanhêrin. Ew jî diqewime ku guhdarîya kincê temiz, xwerina pak û rehetbûnê nakin. Emirê xwe ha tewakelî dadibirînin, naçin hemama, hela merivê usa jî bîter divin, ku emirê xwe bi araq- şeravêva pûç dikin, serxweş divin. Ser vê yekê jî çermê canê meriva qenc namînin, bi nexweşîyava têne girêdan.
Bi reqemava testîq bûye, ku nava hukumata Filestanêda salê weke 60-70 hezarî merivê bi çerm nexweşbîter divin, ji wana nîvî gurrî hesav bûne, wî çaxî ji 25 meriva yek gurî dikeve.
Me got, ku gurîbûn nexweşîke kifşe, eyane, lê xevatçîyê me hela wê pak nasnakin, nizanin ji ku tê û ya ewil çawa pêşîya wê bikin şer.
Girr li wan malada dest pê dive, li ku bi qilêrî ebûra xwe dikin, nizanin sabûnê didin xevatê, dereq temizaya xweda nafikirin, şernakin pêşîya sipîya (dibî), kêça û parazîtê (xûnxwerê) mayîn. Ewana divêjin: kêç û sipî xwedê daye, wekî usane jî pêşîya wana gerekê şer nekin, rawirin, bera ebûrkirin "ha difikirin hinik, lema jî şerê mitîn navin pêşîya wana eger em bilivin, wî çaxî ji " berêketîya" kêç û sipîya gerekê em xilas nevin. Dêmek wa, xevatçîyê me zef cara guh nadin ser kirina wan, rawira pêşîya wana şer nekin, lema jî bela xwe hema ji kirina wana divînin, nexweş dikevin, ew, çiko bizûtirî mirinê pêşda neyînin, gundîyê me guh nadin wana, dereq wan derecada awqa nafikirin. Hema ji wê bê xemê jî her nexweşî û ecêv pêşda tên.
Raste, gurrîbûn meriva derbêra nade kuştinê, meriv jî namirin, lê ji wê nexweş jar, zeyîf dibin, divin hestû. Ew merivê carekê gurrî bûye, ew pak zane çetinîya wê nexweşîyê. Merivê gurî nikare raze, hêrs dive, xwe dixwerîne, canê xwe diherişîne û her tim jî bi hêsayî- rihetîyî derbaz nake. Xênjî wê meriv tu xevata nikare bike, canê merivê gurrî sist dive, ji taqetê dikeve û tu emel pê nave, nikare bike. Gurrîbûn û usa jî nexweşîyê din dijminê sinifa pala û gundîyê xevatçîne.
Ew nexweşî wê timê jî biqewimin, eger xevatçîyê me wextêda zirara wana fem nekin û wextêda jî pêşîya wana şer nekin.
Em dikarin dijmin wî çaxî alt bikin, çiçax ku em dijmin pak nas bikin, haj qewata wî hene.
.......

1.Girr nexweşîke bela bûye.
2.Girr ji netemizyayê pêşda tê.
3.Wextê şerra û xelaya girr diha bela dive.
4.Nexweşîya girrê gundada zef belaye, bajarada ew nexweşî kême.
5.Girr ji nekûltûrbûnê û ji paşdamayînê pêşda tê.
6.Girr meriva nakuje, lê merivê gurî lap hal û maş divin, ji taqet dikevin.
7.Girr meriva ji xevatê paşda dêxe.
8.Girr nahêle ku meriv xevateka baş bike.
9.Girr dijminê pala û kolxozvanane.
10.Eger em dixwazin ji gurîbûnê dûrvin, lazime em zanivin, çika ew çawa pêşda tê û ji çi biter dive.
11.Cem nexweşîya girrê çûk û mezin merivê can reş û can sipî yekin, wana gişka jî digire.
12.Ji nexweşîya girrê hebûna gundîya û nederê paşda dimînin.
13.Girr nexweşîya çerme.
14.Çermê nexweş zirarê digîne me.
15.Merivê gurî ne radizê, ne rehet dive.
16.Tîz gurîbûnê pêşda tîne.
17.Gurîbûn merivê binêrv û xarinkêm diha dêşîne.
18.Girr nexweşîya jê hilanînêye (musrî).
19.Jêhilanîn, wî çaxî dive, çiçax ku tîza merkirî ji merivê nexweş derbazî merivê qenc dive.
20.Jêhilanîn du pa diqewime wî çaxî çiçax ku meriv cî- nivînekîda radizên.
21.Girr ji heywên jî tê hilanînê, ew jî gurîbûnê pêşda tînin.
22.Nexweşîya girrê zû tê naskirinê.
23.Bi çarnikal pêşîya girrê gerekê şer bikin.
24.Girr wê zû bê qenckirinê, eger duxtor derman bike.
25.Merivê xwendî û bi kultûr zane xwe xweyîke ji nexweşîya girrê.
26.Welatê kultûrda girr jê hatîye hilanînê.
27.Sabûn dijminê gurîbûnê ye.
28.Bi xevtandina sabûnê tê kifşkirinê cimaeta kultûrnî(medenyet).
29.Eger malekêda nexweş zefin, lazime ewana bi hevra bên dermankirin, qenckirin.
30.Pey qencbûnê, kincê nexweş bi carekêva gerekê bêne temizkirinê, kelandinê, şûştinê.(yan jî bavêjin derva).
31.Heywanê gurî yê gir, gerekê bêne dermankirinê, lê pişîk û seyê gurî gerekê bidin kuştinê.
32. Hemam gundada gerekê eseyî bên çêkirinê.
33.Temizayî ji pêra nine, lê ji xwestinêye.
34.Gava ki nexweşîk dest pê dive, lazime duxtor pê bihisînin.
35.Rasthesavkirina reqemê gurîya, dereceke şerê pêşîya gurîbûnê.
36.Bi qewata massayê gerekê li her dera şerkin pêşîya her cûre nexweşîya.
37.Gerekê hertim zanibin, ku qurmê nexweşîya û girrê netemizya ye û pêşîya wana em bi temizayê dikarin şer bikin.
38.Kesîbbûn gerekê neve mene, wextê nexweşîya, gelek kesîb hene, ku ji dewletîya temiztirin.
39.Şer jibo temizayê.
40.Şer pêşîya edetê kevnî berê.

AttachmentSize
girr.pdf282.36 KB
No votes yet