mahmutcantekinmahmut...
, ADIYAMAN/
6666
56, Ankara
tahsin_sahintahsin...
64, KAYSERİ
pamukkalepamukkale
43, denizli
savaş karadumansavaş...
54, samsun
yorgun_babayorgun...
29, Malatya
sonbaharsonbahar
37, Yalova
pilotpilot
42, Dalaman

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics and more...

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics, Videos, Jokes and more for FREE...
Create new account for free

Piyêsa Şanoya Koçekê Derewîn ya Erebê Şemo, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

Piyêsa Şanoya Koçekê Derewîn ya Erebê Şemo, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

1930
Koçekê Derewîn
Ereb Şamîlov
(Erebê Şemo)
(teqlîdkirina sût ciknavor)
Pîyêsa du fesla sêzde sifeta
Têmûrê Xelîl Mûradov
2-oy pereulok Fûcîka
Dom 7, ku .8
Êrêvan 78 USSR
Tel : 35.10.20(mal)-52.9741(kar)
Neşra dewleta Şêwrê Êrmenîstanê
Rewan 1930
416-71
Nivîsîn bi tîpa Kurdiya Latînî ji Edo Mîlan xelkê kela Makê
26/8/2011
Gilîyê pêş
Pîyêsa pêşîn, gerekê bive notila sîlhekî şêr, her gilî gotinê terêqa nav xebatçîyê kurmancada paşda mayî. Eva gilî gotinê min nivîsîne, ne metelokin, ne jî min ber xwe derxistine. Eva îşana qewimîne, bûye, niha jî hene nav gundê kurmanca da.
Her kurmancekî gele car qewimîye ku çûne cem wan vireka şêxa, pîra, qewala û mella koçeka, wana kirîye, min nivîsîye li vê pîyêsê. Besa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanibin rastê : koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) karvansarayê qeza Lênînakanê nehîya Hacîxelîllê, koçek Gulê ji gundê Qulîbegê qeza Rewanê nehya Êçmîyazdînê (Dêrê).
Evana hetta nihazî dixapînin kesîba û orta. Hemînk destê terêqa bega, aqa û kûlaka tev heve. Ew hizdikin paşdamabûna xebatçîya : ew timê nezana tûj dikin berî firqeçîya û komsomola didin, çimku ew firqeçî û komsomol niha paşda davêjin gilî- gotinê kevn, tenê ser gilî- gotinê teze- ser gilî- gotinê sosîyalîzmê, bona kara xwe, ew terêq hizdikin paşdamabûna xebatçîya, kesîba û orta.
Fikra wan, xapandine, ew idî wê xapandinê rê diçin. Bona wan bega, aqa,, kûlaka, şêxa, mella, qewala û koçeka, yêke ew timê dixebitin paşdamabûn, nexwendin. Em dixebitin hicûma qelemê, tev berbi qelemê, berbi devterê, pê paşda bidin gilî gotinê kevnî rizî pitinî.
Nav vê pîyêsîda hûnê bivînin, kalekî orte, yê hindik mabû mala xwe bida der, koçek hûrmûrê wî tev bidizîya, çimkî koçek çi digot, kalê tev bawer dikir, hindik mabû jî berî kurê xwe da, ji mal derxista, bona wê yekê kur digote bavê, ev koçek derewa dike- bavê jî hewar(bawer) nedikir.
Lê wextê kalê bi çavê xwe dît derewêd koçek, kalê idî xwe xe jê sar bû, zef jî ber xwe dikeve dibê, lê min malxirabî, min çewa gurra vî virekî dikir, notila tiştekî ser hişê xweda bê. Paşê ser aqilê xweda tê dibê," lê çewa min hindik mabû bona vî koçekê derewîn kurê xwe tayê tenê ji mal derxista"hêja Miho divîne zirara wan terêqa ji eyîsanetra yêk dînda digihîje xelqê. Kalê gelekî ber xwe dikeve, lê qelpê xweda idî weldigere tê ser rîya rast, dike xwe binîvîse komsomol, nizanek emrê wî, ne emrê komsomolaye, ew idî ji ser rîya xapandinê, vedigere tê ser rîya nebawerkirina şêxa mella, qewala koçeka û bega.
Herekê hila nav xebatçîyê me kurmanca da hene, gele merî yê ji dest nezanîya xwe, nexwendina we diçin pey gilî gotinê, terêqa aqa û bega, em zanin gavak wana dît eva pîyêsa, gerekê idî terka wan gilî gotinêd paşdamayî bidin, wê bêne ser rîya rast- rîya sosîyalîzmê.
Ereb Şamîlov
Yê dilîzin.
1)Koçek Îsmaîl emre wî nêzîkî 50 salî koçekê derewîn.
2)Miho gundîyê orteyê xwedênas malxê mal 60 salî
3)Cindî kurê Miho komsomolê 22 salî
4)Heso cînarê Mihoyê (xewn dîtîyê) 45 salî.
Dereca pêşîn
Xanmanê kurmancaye istêrî danîye, kulavek top danîne.
Miho Cindo hundurdanin ser kulêv rûniştine.
Sifetê pêşîn
Cindo.- bavo çi dibêjî bêje tu yanlişî.
Miho.- çewa ez yanlişim, lê ev mal dewlet te wî aqilê xwe mira qazanc kirîye?Cindo.- Ez zanim te qazanc kirîye, min çavê xwe vekir venekir min tu xebatêda dîtî.
Tevjî zanim tu rind dixebitî, ez derheqa wê yekêda nabêjim.
Miho .-lê tu çi dibêjî?
Cindo .- bavo tu merîya naznakî.
Miho .-lawo merî nazkirin ne tiştekî hêsaye, meriv wekî hezar carnan xwe tev yekî bixwe dîsa nikare zû naz bike.
Cindo .-çima niha ez wî koçekê derewîn nizanim çi merîye mala me, hema ez zanim, eva koçeka derewîne, xwera serê xwe xweyî dike, çimik îsal sale bihaye hatîye mala meda serê xwe xweyî dike.
Miho.- kerba navê wî hilmede. Merîkî hevt sal koçekîyê bike ew merî derewîne?( radibe pîya hinekî ji kur dûr dikeve).
Cindo .- kê koçekîya wî dîtîye? Merîkî xwera du qelîwotka bizanive, te tirê koçekê… carekê ji Temirê cînarê me pirske, çika çi dibêje te… dibên çewa ji vir derdikeve, berê xwe dûz dide kanîyê diçe. Çimik wêderê zef qîz bûk têne ser kanîyê.
Miho .- ( dengê xwe bilind dike dibê) ker ve…
Ker ve, hişî here ji vir derkeve, bê binyat, here ji vir derkeve.
Cindo. – ezê herim, hema wî koçekê derewîn ji mal derxe, heger mêvan bû, yanê qencîk bû, du hevtê jî bese xelq li me dikene, ji me xeber didin, navê mala me danîne mala koçekê derewîn.
Miho .-kuro ker ve de… gilîya ber xwe dernexe, merîkî şikestî belengaz rast, çî te pêketîye, wê nifira te bike, here- here tu tev şuxulê min neve.
Cindo: birabe…bira usave, ezê herim, ( derdikeve diçe).
Miho: xwera xeber dide) heyran ez wî merîda tiştekî xirav navînim. Çewa devê xwe zev vedike gilî – gotinê xwedê dike, xwera ebabetî xudê dibe. Mira jî merîkî wa lazime, bira parî nanê min buxe, ebabetî xudê be, çi zirarê dide min? wekî cimeta me pakve bona wî qencê xudê xanmanekî jêra çêkin, bira xwera ebabetî xudê be, xêra dê bavê wan tê heye… hema tûyê kê serwaxtkî, Qaso beg, Misto beg, malê wan sere wan buxe, ew jî timane.
Lê kurê min… ew jî mira dibê tu merîya naznakî, ez çewakim, kêfa wî kevim. Tayê tenêye… wekî ez merîya naznekim, lê kê nazdike? Lê çewa min ev mal xwera qazanc kir?

AttachmentSize
koceke_derewin.pdf288.37 KB
No votes yet