mahmutcantekinmahmut...
, ADIYAMAN/
6666
56, Ankara
tahsin_sahintahsin...
64, KAYSERİ
pamukkalepamukkale
43, denizli
savaş karadumansavaş...
54, samsun
yorgun_babayorgun...
29, Malatya
sonbaharsonbahar
37, Yalova
pilotpilot
42, Dalaman

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics and more...

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics, Videos, Jokes and more for FREE...
Create new account for free

Gundê Mêrxasa Eliyê Evdilrehman * Tîpguhêzî ji Kirîl* Edo Makuyî

Gundê Mêrxasa Eliyê Evdilrehman * Tîpguhêzî ji Kirîl* Edo Makuyî

PDF a Gundê Mêrxasa Eliyê Evdilrehman ya Kirîlî jî di pêvekê de heye

K. C 171
ELÎYÊ EVDILREHMAN
GUNDÊ MÊRXASA

Vegerandin ser Tîpa Latînî ji Kirîl
Edoyê Simkoyê Mikoyê Elîyê Dûmanê
Kelboyê Omo Xelkê Kela Makê ji Qezwînê Muhendisê Kîmîyayê ji Rojhilatê Kurdistanê
04/11/2011
13/8/1390

DIYARIYA KENDAL
OFFERT PAR
13.10.68 (1968)

ELÎYÊ EVDILREHMAN
GUNDÊ MÊRXASA

ROMAN
Hawupama
"haûacmaH”
EPeBah 1968 ÊRÊVAN
TÎPA KIRÎL
(TÎPA KIRÎL)
TÎPA KIRÎL

PÊŞXEBER
Nava efrandinêd minda eva romana mine pêşine. Min sala 1959 dest bi nivîsara wê kir û sala 1965 temam kir. Çendik-çend cara çûme gundê Sûsê, li ABTONOM rêspûblîka sovêtiyêye sosîyalîstîyêye Nexçivanê, gelek îzbatîyê Tarîqîyêye gewmî berevkirîye û ser hîmê wan qewimandina, min dest bi nivîsara romana xwe kirîye.
Vê romanêda ez xevitîme ku halê Kurdê romê bidme kivşê, li ser yazîya sê êlê Kurdaye romê Hêcimka, Banoka û Qirmiska sekinîme. Ew hersê êl ji zulma romê direvine Kurdistana Îranê, wir Şahtîya Îranê zulmê tîne serê wan, ew ber wan neheqîya Mêrxasî şer dikin û paşê Mihacirî welatê Şêwristanê dibin. Cimaeta van êla birê xweye Adirbêcan, Ermenî û miletê mayînara tevayî bi egîtî miqabilî Musafatîst, Daşnak û dijminê şer dikin, wan alt dikin û axirîyê gundê xweda qeydê kolxozê sazdikin.
Mêrxasê romanê cimaete û çend lawê ji paşila wê derketî, êd ku bona azabûn û serbestiya cimaeta xwe ji mirinê netirsîyane û axirî gihîştine nêta xwe.
Bê fitîya, kêmasîya kitêbê wê hebe, ezê gelekî razîbûma, wekî xwendevanêd hêja derheqa kêmasîyada minra binvîsin.
ELÎYÊ EVDILREHMAN

PARA EWLIN
QIŞLA ÇOLO Û ŞER
Kolozê çîyayê girîdaqê û etekê wê hela ji razanê kibîre zivistanê hişyar nebûbû, kirasê serî berk xwe alandibû, wekî necemide, Lê binetara wêda ji germê xal ketibûnê. Avê ji belekîya hatî tevhev dibûn, mîna mera çivane didane xwe, tevî kewa bi şewat distira û tevî ava kanîya, çevkanîya dibû, heylo ji bilindcêya pêberjêr dibû, nava gelî-gebozara bê xayî-bê xudan, nola Kurdê ji bextê xwe gazin bi kevir, kuçikara dikire qal-ceng û carana ji kenarê xwe derdiket, hêrs dibû, wekî ew badilhewa, bêkêr dikişe, însan wê nade xebatê û karê ji wê nastîne.
Hela zêdaya ser li jêrê, xûna merivêd ametam dikeve nava çêm, tê bêjî leza xwe dide kêmkirinê, av digrî û bi kêfa xweya qerqaşva çevê xwe temîz dike,dîsa hêrs dibe, dike ceng, pêbajêr dikişe, wextê ku dighîje dîya xweye Erez, gaznê wê zulmê bi dê dike û paşê dîsa destbi rêwîtya xweye hertimî dike, dikişe ku dikişe…
Lê belê eger ziman têkeve devê çema, çîya, newala û kevira, ewê mîna kalêd zemana rûnên, wê cimaetê topî dora xwe kin bi roja, meha, sala derheqa wê zulma romêda qisekin,wekî wî çito qehr anêye sere mileta, xusûsen Kurda.
Lê wextê meriv bi sidqê sadiq li wan bedewetîyê çîyayê girîdaqê binhêre, wê elbêra têderxe, wekî ew bona Kurda çiqas hatine birîndar kirinê û rojêd çetin dîtine, wan bi hezara mêrxas paşila xweda xweyî kiribûn, mecal dane wan, ku ew migabilî dijmina şerkin, teslîma eclafa nedin.
Zulma zevtçîyê qecera wê havînê deşta Anadolîyê wergirtibû. Gûndê Kurdaye qezayê wane, Bazîdê, Îdirê, Erdîşê û yêd mayîn nava şînêda bûn. Pençê royêye zêrîn jî mîna salêderbazbûyî ne geş bûn. Kurda diçûyî şîn-grî, male mêrate, derê dadayî, birîndar, xelayî, nexaş, tezîbûn, talan û tajan bû. Zevtçîyê romê bûbûne ruhistîn, ruh distand û kêrendûya jerdadayî hildabû destê xwe, heyfa xwe çûk û mezina nedihanî, mîna pincarê însan xeza dikir. Dengê dayîka, bûka, qîzê dest bi hine, zara, kala û pîra mîna refê qulingê biharê nava hewêda perwaz dida, teyê qey bigota ew sewta wana bûye perdeke reş, tûyê erd û esman girtîye, ji derda dinale, îmdadê dixaze…
A sala wê yekê jî êlê Kurdaye Banoka, Hêcimaka/Wêcimaka û Qirmiska ji zulm-qehra zevtçîyê romê sala 1920 revîn hatne cem eşîreta Şikakiya. Tarîqa eşîreta Şikakiya zef mezine, wê çendik çend sala bona azabûn serbestî ya xwe miqabilî zevtçîyê romê û îranê şerkirîye û tu xerc-xerca nedaye herdu dewleta, ew ber tiştekî hesab nekirîye, li hidûdê herdu welatada xwera mesken çêkirîye û wir jîye.
Êlê Banoka Hêcimaka û Qirmiska cem eşîreta Şikakîya jî gelekî neman. Halê wê eşîretê jî ne tu hal bû, jîyîn wir zef çetin bû. Giregirê hersê êla qirar kirin, wekî berbi îranê herin,cîkî feyde bibînin û bikarbin sere hêsîeê xwe xayîkin.
Serkarê hersê êla çoloyê Têmpûr dihate hesavê. Raste, ewî cahil bû-emrê wî dighîşte sî hevt sala, lê çawa divêjin haji bayê dine hebû, wî emrda gelek telî-tengasî dîtibû, çendik-çend cara ew ketibû zîndanê û gelek cara jî revîbû , bi sala firartî kiribû, wî komekî dabû cimeta feqîre-belengaz, cimaetê ji wî hezkir, wî jî ji wê. Aha seba wê yekê jî nave çolo nava Kurdê romê û îranê da bela bûbû, çawa zilamekî mêrxasî-merivhez. Ew bejnêva orte bû, namila wîye pen bû, pore wîye kurîşkî, simêla reşe palik, diranê sedefî, rewş dida dêmê wî, lê wextê wî halet çep û rast giêdida, tiving, qeme û qirme davîte sitûyê xwe û hespê zerçal sîyar dibû, meriv hewes-hijmekarbû demekê li wî mêze bikra.
Bi xwestina cimaeta hersê êla û giregirê wan çolo û du rûspîyava diçine bajarê Xoyê cem Riza efendî, gelekî ji wî hîvî dikir wekî qişala wîda cimaeta hersê êla bihêwire. Dû gelek çetinayara Riza efendî razî dive, lê çend şerta datîne pêşîya qasidê êla, wekî sere male pazekê bidin, bihar, havîn, payîz, zivistanê kerîyê pêz, garanê dêwêr, Revoyê hespê wî li qişlevin û usa jî xulîya wî bêcer bikin. Helbet qasidê hersê êla bi wan şertê Riza efendîra Riza dibin, çimku qişle cîkî baş bû, çawa dive jin, pîkî wê ser aranê bû, pîkî wê jî ser zozana bû. Riza efendî qasdê êlara razî dibe. Çolo her fend-fêlê aqa û begê zulmkar zûva zanibû, wî îtbaraxwe bi Riza efendî nedhanî, şertê orta wanda ser kaqizekî dinvîsin, herdu alî jî qol dikin û cemqazîyê Xoyê didine îzbatkirin û morkirinê. Riza efendî wê reşbelekê nade Çolo, hildide cem xwe û îznê dide, wekî Kurd barkin bêne qişlê, ew hesavê xwe ji wan bistîne û paşê reşbelekê bide Çolo.
Biharbû, Royê bi şewq û germaya xweva qewat dida her bedewetîke tebîyetê, wekî ew rewşa xwe bide der, Çolo û giregirê hersê êla destûra xwe ji eşîreta Şikakîya û serkarê wê xastin, koçê xwe barkirin û pêberjêr berbi qişla Riza efandî hatin. Roja pênca koçê hersê êla gihîştine qişlê, rasta kêleka qişlê danîn, konê xwe vegirtin û hêviya Riza efendî sekinnîn. Çend rojê dinê şûnda Riza efendî bire seyîsava hate qişlê, çawa edet Çolo û çend mêrava pêş wîva çûn, kêf-halê hev pirsîn, paşê Riza efendî seyîsê wîra hatî ji hespa peya bûn, berbi mala Çolo çûn, çawa lazime Çoloya wanra ezet-hurmet kirin. Riza efendî heqê qişla xwe hezar pêncsed pez istand reşbelek da Çolo, xatirê xwe ji cemaetê istend û berbi xoyê rêket.
Dû çûyîna Riza efendîra cimaeta hersê êla rasta pêşberî mala Çolo berevbûn, gelekî hevra mislhet kirin, wekî sivêda dest bi çêkirina xanîya bikin. Cimaetê heta dirûna ceh û genim herekê xwera kizokek çêkir û xwe kire sitar, wê rojêda xelqê wan êla nave gund danîn qişla Çolo, gundê cînar jî ew qişlê bi wî navî nasdikirin.
Hersal havînê cahil û mêrê navser diçûne deştê, hineka nan didrû, hineka xevatê mayîn dikir, paîza derengî qazanca xwe dihanîn mala xwe. Çawa edet jin, zare givre û kal mehê havînê qereberbanga sivêda torbê xwe davîtine sitoyê xwe, pêberjêr berbi gundê aranê diçûn, xwera ser pîya, nava zevîyê çinî simbilê ceh û genim berev dikirin, esre teng berbi gundê xwe dihatin. Çûyîna herroj gelek kal, pîr û zar ji hal dixistin, nexwaş diketin, umrê wan fine dibû, xelqê qişla Çolo çend sala wê zelûlîyêda sere xwe bi curekî xwey dikir, lê wey li wê xweyîkirinê. Riza efendî jî bûbû gur-agir, belapêjgarî xelqê qişla bûbû, bi destî serkarê bajarê xoyê bona ne to tiştî çend mêrê êlê dabûnegirtinê û zîndana zevtçîyada dabû xezakirinê. Ew ketibû pey Çolo jî, lê Çolo firsenda girtinê nedida wî, cimaeta Kurda wextêda gotîye: »istrûyê nanê genimî heye«. Rastî jî istrûyê nanê genimî teyê bigota zikê Riza efendî qul dikir, wî xêncî xwe kesek ber tiştekî hesab nedikir, çimkî kara çil gundê Kurda dikete kîsê wî, ew carna pêş cimaeta sereke bajarê xoyêra dikete cengê û digot꞉ «Ez tenê Şahê îranê nasdikim». Lê wextê serekê bajêr çivî lê dişidandin, Riza effendi bi hezara zêr xerc dikir, wekî orta xwe û serek bide sazkirinê, axirî ew dighîşte nêta xwe.
Cimaeta qeza Xoyêye fariz, Kurd û adirbêcan, newêribûn cem Riza xeberda, gelîkî wî bal wana nedibû duda, lê belê, ew ji Çoloya ditirsîya û bi her teherî dicedand çevê wan bide tirsê, wan bi temamî têke bin destê xwe û belkî bi cûrekî Çolo ji ortê bide hildanê, êla Çoloya jî hemîn ber wî danedixar, timê wîra dikete qal-cengê û ew ber tiştekî hesav nedikir.
Meha biharê bû, her bedewetîke tebîtetê teyê bigota bi însanetra şa dibû û bengzê xwe nîşanî wan dikir. Riza efendî deste seyîsê xweva kel-bîn hespê xwe berbi qişla Çolo dibezandin, rengê Riza reş xitimîbû. Ew car-cara paşda difiltî, li sîyarê dû xwe mêze dikir, sere xwe çend cara dibir-dihanî, bê hemdî xwe qamçî li hespê xwe dixidt. Nişkêva ji ber lingê hespê wî kêwrîşkek rabû.
Riza emirî ser seyîsa kir ku wê kêwrîşkê bigrin de, herekê anegorî beza hespê xwe pey ket, çend cara sîyara ew kire mehserê, lê nava wanra çivt dida, direvya, axirî ew birîndar kirin girtin, pictovanekî efendî ew avîte orta xwe û qaşa zîn, berbi Riza efendî hatin.
Helbet efendî bi girtina wê nêçîrêra gelekî şa bû, lê hinekî jî posîde bû, wekî haqas sîyarada bû kêwrîşkekê û heta birîndar nekirin nikaribûn bigirtana. Demekê şûnda Riza efendî û sîyarê xweva ser kanîyê peya dibin, cendekê kêwrîşka belengaze bê gune davêjine hinda kanîyê û hîva emrê efendîyê xwe disekinin. Riza efendî çend cara seyîsê xwe ber çevê xwera derbaz dike û mêdekirî divêje:
-Ew nanê ku ez didim we li we herambe, postê dongizve. Hûn bîst sîyar pey nêçîrê ketin, we ew saqe-saq negirt, heta we ew birîndar nekir, we nikaribû bigirta. Hûnkoma ser tasêne, xêncî nîn û xarinê hûn dermanê tiştekî nînin, nanê min li we heramve. We dît min duh çi anî sere serekê bajarê xoyê, wî yek got, min sed got. Min ew ber tiştekî hesav nekir û hesav jî nakim. Ew sebîsana çîye wekî ez gilîyê wî beherim. Wî ez bi girtinê didome tirsandinê, lê min talaşa xwe wî nedikişand. Lê tu were çoloke jî ser xwe naasekine, cimaeta gund kirîye agir bere bedena min daye. Tu şerm-heya rûyê wan tunene. Min çend mêrê wan dane girtinê, zîndanêda dane xezakirinê hê dîsa nayêne zevtê.
Derdê miin Çoloyê, Çolo! eger ez karibim Çolo gemkim yê mayên cûcûkê minin, ez qût kîjan alî bavêjim wê wîalî jî herin. Tema min li we ezê îro bi nave serekê xoyê wîra xeberdim, wekî giva wî gazî te kirîye, lê wextê Riza nebû, ezê cava wî bidim…
Nava seyîsada cahilekî heyjdeh-nozdeh salî xwe zevt nekir, li efendî mêze kir û got:
Maqûl, ez bi xulam, ev cimaeta Çoloya ne mîna xelqê Kurda riate, evana tu wexta destevala nagerin, ber qeyîşa her yekîda haceta wan heye ya duda jî eva çend care wextê em têne qişla te, tê bêjî wan deng daye hev, çarsed-pêncsed mêr derdikeve pêşîya me, em ber haqas mêrî çi dikarin bêjin? Ca welwh, me gullek avît, Kurdê koçer wê me perîşankin.
-Tu jî mîna Çolo yê kuştinêyî, lê heyf, ne li cîye, ezê xoyê tera xeberdim, Riza efendî got –Ez dispêrme we, îro em gerekê Çolo bînine rayê. Ew gedê duh na pêr îsal tememîya gundîya hînkirîye, wekî xercê me zefe, kêmkin.
Canim, ev yeka ya qebûl kirinêye, wekî ez qebûl dikim? Canim, min gund firotîye wî, xwe xerc-xeracê şah jî nebaxişandîye wî? de rabin, sîyarbin!
Demekê şûnda, Riza efendî û seyîsê xweva sîyar bûn gelî-gebozara derbaz bûn û bi emrê efendî ew berî çûne nava mal-dewleta wî û paşê çûne qişlê, nava gunda peya bûn, gazî Çolo kirin. De. Çawa xeyset weke dused- sêsed mêrî berevî dora efendî bûn. Berê efendî bi zimanekî şirîn Çolo û cimaetêra hewalda lêbelê, cahilê gund seyîsê efendî kiribûne mehserê, ber her seyîsekî çar-pênc mêrê sîlahkirî sekinîbûn, ew hîva bilindkirina destê wan bûn. Riza efendî dît ku bi zorê tiştek dernakeve, got:
-Çolo, birê min! min qişle firotîye te, xwe xerc-xeracê şah jî nebaxşandîye cimaetê? Royê danekî serekê xoyê dewa pera li min dike, tu jî îznê nadî cimaetê ew xercê dewletê bidin, ez çi cavê bidime wî? xwe seka pere min tunanin, ez alîkîva bibirim, alîkî jî pêş cimaetêva bidime dewletê? Ne axir ha bave? Em Kurd birê hevin, em qedrê hev bigrin, usa nekin wekî bona we dewleta ser min xeberde. A lawikê me gişk şedene, duh serekê bajêr çi anî serê min, serê te, hindik ma min bide girtinê û bavêje zîndana xwe, lê min cûrekî ew xapand, ez ji destê wî xelaz bûm. De, wa nabe gelî bira, xercê dîwanê gerekê wextêda bidin. Eger bawer nakî, tu û çend sîyarê we siyarbin, em tevayî herne cem wî kafirî, weleh, quran, ez jî dixazim komekê bidime we. Li, cimaet, îdî hûn ci ji min dixwazin?
Dû xeberdana Riza efendîra, Çolo û rûsipîyê dinêdîtî serwext bûn, Çolo got:
Eger qamçûra min tenêye vê lezê jî dikarim bidim, lê ez çi dikarim bikim, çimkî halê cimaetê xirave, ew ewqa xerc-xerac nikarin vê gavê bidin. Ya duda jî wexta min tune ez bême xoyê hazir tu pêş meva xeberde, halê me wîra qiseke, belkî bi saya te ew me bê rihmê.
Wexta Çolo wisa xeberdida, hêrsa Riza efendî dihat, destê wî lolepî dihejyan, bê hemdî wî destê wî berbi mawîzerê diçû, lê taqet nedikir. Wî her tenê zû-zû li seyîsê xwe dinhûrî. Teyê bigota seyîsa xeberdan û şertê çar-pênc seheta pêûda ku dabûne hev, bi temamî bîrkirine, axirîyê Riza îdî xwe zevt nekir, gelekî hêrs bû, herb-qedeqe da Çolo û cimaetê, lê wan jî çawa lizime cava wî dan. Demekê şûnda
Çolo gelekî hêrs bû û got:
Riza efendî, malate neşewite, tu çima usa mera tên-niç xeber didî? Gundê me çîye? Kîjan cahilê me, yanê jî ez, ev çend sale em xatirê te ketine? Yanê şertême daye te me me neqedandîye? Em jî weke xwe mêrin, hureta me pirî-hindikî nava eşîretada heye. Me neke xwelî, sera derbaz neve. Ne axir her kes kurê bavê xweye. Ev çend care ne seva tiştekî tu me bêhurmet dikî, xatirê rûsipîyê me dikevî, nava jin, zarada çitê ber devê te divêjî. Ne axir namûsa her kesî wî şirîne. Çawa divêjin namûs avîtine sa, sa jî qebûl nekiry. Divînî, me heta niha tera tiştek negotîye û cava te jî nedaye, seva vê yekê jî gerekê tu serwextvî, wekî em Kurdin. Virhada tu çi bireşînî, tê wê jê hildî. Îrada aqilê xwe beravî serê xweke, çawa lazime mera xeberde. Tu wî devê xweye bela tu wexta naghîjî nêta xwe, her tişt edilî û rîya heqyêta rinde. De wekî dinê, tu dizanî, kêfa xwe binhêre…
Dû xeberdana çolara mêna merivê serxaş, serê Riza efendî germ dive, ew qamçîkî dadweşîne Çolo, dest davîje mawîzêrê wekî li Çoloxe, Çoloya wê yekê qebûl nakin, qirmê ji destê Riza efendî distînin, seyîsê wî gişka terkusilah dikin, çawa lazime Riza dikutin, hela hinek dixazin wî bikujin. Wî çaxî efendî dikeve lavaya, wekî wî nekujin. Rûspî nahêlin lawê Kurda wî bikujin, bi cûrekî hacetê wan wan didinê û berbi bajêr verê dikin, wekî ew xûna xweye heram navêje ser Çoloya. Dû verêkirina efendîra hinek cahila digot: »xudê qebûl neke, ev çi zulme Riza tîne serê me?
Royê danekî wê seyîsa bide ser xwe, bê me bide jêrdadayîkirinê û here?
Canim, weleh ev mêrika lapî qafseqete, xûna xwe kirîye kevçî, raberî cahila kirîye,îja em çi bikin?
Digot »min û serek hindik ma hevdu bikujin«. Canim, gunê we gişka istûyê minve, ew gişk virin, dixaze me bide tirsê, lê ew yekê bi çavê xwe navîne. Weleh wan roja ez çûbûme gundê cînar, gişka digot: »canim, ev Riza efendî me kesekî ber tiştekî hesav nake, xazma serekê xoyê, lap dike xulî sera derbaz dibe. Kekê min, ew gelekî ji navê şahê îranê xeberdide, belkî jî ew merivê hevin…« eferim wera, lawo we ew kelba xewra nekir. De, lawo vê dewrê merivê sade bi efendîyê dewletêra têkeva penca, helbet gilîyê wî wê derbazve, ew qet guhê xwe nadine me. Tê bîra we, me bona lawkê meye ku hebsêda xezakirin, şikyatkir, hela me erzehelê xwe done heylo Têhranê, me çi cav sitend? Bextê me birîye, wekî orta wî û serekê bajêr berk hevdu ketîte, yanê na wê elbêra bela me bida. Eh, hevketina orta wan qîçik zane, ew seyê ser darînekêne, wê hev bên. Welek eger ji destê Riza bihata, wê dest bavîta namûsa me jî, lê- - Riza efendî ji Roma Reş gelektir zulmê tîne serê me. Ew mîna sekî çil pey Çolo digere, wekî qezyekê bîne serê wî, qerez - -«
Riza efendî wexta çû bajarê xoyê gelek çerçirî, wekî serekê bajêrra hevbê, lê gelek çetnayî hebûn. Axrî ew qewmê serekê bajarê xoyê divêne, gelek zêr û nadir xerc dike û tevayî diçine mala serekê xoyê. Wexta ew rûdinên Riza elbêra kîse zêrê qîçik ber wî datîne, wextê xarin-vexarinê efendî divêje.
-Ez bextê tedame! Edetê cimaeta me Kurdada wextê mêrek mêrekî dikuje, xwe davêje mala xudanê kuştî, kefen istuyê xwe dialîne û divêje: »gidî, min kirîye, tu neke. Dixwazî vê lezê min bikuje, extîyara te heye«. Wiha qeletîke min kirîye, min bibaxşîne, ez dûr û nêzîkxulamê teme. Ez seyîsê teme, wekî te ez efûkirim. Ew çend kapêkê ku îro min dane te, ew hêç, qet hesab neke. Ez nemirime, ezê dîsa bînim, lê belê, hîvîke min ji te heye, gotî tu komekê bidî min, yanî na - - tê bîra te, çend sal pêşda min bidestî te qişla heywanê xwe firote wan Kurdê mihacir. Niha ew neneratênine serê min, min dikutin, heywanê min talan dikin, lingê menekîyê min difirînin, xerc nadin, serekê wan zorê dide min. Eger tu wî bidî korpûçkirinê ezê cimaeta mayîn mîna heywîn bidime xevatê, kara ku ez wan bistînim, du par tera, parek minra. Eger ez niha destevala hatime zîyareta te, lê paşê wexta heyfa xwe hilînim, ji hezara xeberde…
Dû vê xeberdana Riza efendî serekê bajarê xoyê xeriqî mitalabû û paşê got:
-Derheqa kutana teye vê carêda îzbatî cem min tunenin û birîneke te jî nayê xanê, ez çi dikarim bikim? Lê belê, eger tu tiştekî destê wîda bigerî, şivanê te rûyê wî bisekinin,

http://www.niviskar.com/ku/cirok/gunde-merxasa-eliye-evdilrehman-tipguhe...

AttachmentSize
gunde_merxasa_besa_1.pdf153.04 KB
No votes yet