Seyfi KaracaSeyfi ...
45, Bad walds
seref_cosgunseref_...
52, Balıkesi
mahmutcantekinmahmut...
, ADIYAMAN/
dante77dante77
39, istanbul
tahsin_sahintahsin...
64, KAYSERİ
Sadık YılmazSadık...
36, İSTANBL
drozakdrozak
48, yalova
Rukiye KaramanRukiye...
32, Afyon

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics and more...

Publish Your Poems, Quotes, Lyrics, Videos, Jokes and more for FREE...
Create new account for free

Endamekî KGB, Wezîrê Nadirî û Nûbara wî, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

Endamekî KGB, Wezîrê Nadirî û Nûbara wî, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

Nûbar
Wezîrê Nadirî

1935
Neşra hukumata Êrmenistanê Rewan- 1935
Tîpguhêzî ji Edo Makuyî
6/7/2011 15/4/1390

1935 89157
7
Nûbar
Têmûrê Xelîl Mûradov
2- Oy Pereulok Fûcîka
Dom 7, ku.8
Êrêvan- 375078- USSR
Tel. 35. 10. 20(mal)- 52. 97. 41(kar)
Neşra hukumata Êrmenistanê
Sêksya kitêbê kurmanca
Rewan 1935
538- 79
Nivîsandin bi tîpa latînî: Edo Makuyî 18/07/2011

Rêdaktorê Çavdar
Casimê Celîl
Temiz Kir W.Nadirî
Naşir N.3521, tembe 1286
Glavlît n. S25 tîraj 1000
Neşirxana hukumetê Rewan
Kûça Gnûnî I- mal N.4

Dilteqya
Ez çûme xirmana kolxozê, bêderê, li wê derê hazir bû uzvekî dinê, ew kal bûbû, hatibû ber mirinê, berê, salada dîtibû gelek derdê dinê, ew kolxozê da bi dil, ceger dixebitî, runişt, hilda devê xwe qelûna vêketî ji min ra qise dikir derdê buhurtî ewî digot nolî merivekî di şewitî.
-Ax! Çi zû kal bûm,
Wax! Çi zû kalbûm,
Ji xebatê bê kêr bûm,
Ji hebûnê bê kar bûm,
Ez ji kalbûnê ker bûme,
Rû sipî, pişt xar bûme.
Ji derbiderîyê şûnda mame
Umrê buhurtî poşman bûme.
Ezê bêjim rojê min derbazkirî,
wekî tu seva halê min bigirî
Aqilê te şaş be, çevê te bibin tarî
çika dikarî bibînî çara vî agrî.
Niha dibêjim, yeko- yek,
Kesîb bûm, ez bûm çêlekek,
min yek jî qazanc kir, bi zorekê,
ez jî êdî bûme xudanê malekê
Min û jinê ji hev hizdikir,
Min biharê jin li yekê dikir,
Ya dine jî giran bar dikir,
Min jî koç ber bi zozanê dibir,
Ez jî diçûme zozanê,
Seva jin nemîne bê xarin
Ta nekeve, çev neyên girtinê
Belkî keda me hêsa bê xarin
Paşê bû kurekî min
Pey wî bû qîzeke din,
Nave qîzê Xanim,
Yê kur ezîzê min.
Kur ne şirîntir bû ji qîzê
Her du jî yek, cegerê dê û bavê,
Wekî min zanibya ji aranê
Wê bêne ber helaketa mirinê
Wekî çêlekek nemira
Ya dinê jî ku aqê bibira
Lap serê min bihata ber kêra
Dîsa minê ew şuxul nekira
Minê ava zozanê heram kira
Carek seva zarê xwe bikira.
Ne dibûme xulam tu cara
Zar nedihiştin birçî ber dîwara.
Ez tucara ne diçûme zozanê,
Seva du berx, 3 kar standinê
Minê bi paletîyê ew bidana xuey kirinê
Seva roja îro, vê birînê
Birîn eve, li min guhdar be,
Bi nêta xebera min agahdar be,
Halê min binîda bizan be,
Ku mirina min li te eyan be.
Mirinê kur qîzek û çêlekek bir,
Aqakî çêlekek, aqê din heq bir,
kur çû, qîz çû paşê jî jin mir,
lê min ecêveke dine kir.
Çend meha şûnda dîsa bûm xulam
.Bi dilekî kul hevalara dikêlimyam,
sivê heta êvarê difikiryam,
lê ez li ser wî halî jî nemam.
Îja vî aqayî ez lap xarandim,
pîrê jineke belengaz alandim,
jinik qîza birê wî mezin bû.
Qelenê wê xebata 5 sala bû.
Seva aqê dixebitîm bê rehetî,
Min ew dît ku bûme kalekî ketî
Min ne mal çêkir
Ne jî pakî derbazkir
Xuezila min li we roja we îroyîn bê
Hûn gihîştine wexta şêwrê vê meremê
Bûne xudanê keda xwe
Ax! Umrê çûyî nayê şûna xwe
Xuzil mirin hebe dinê da
Kalbûn- pîrbûn tunebe şêwrêda…
Ewî xebera xwe paşîn bi axîn kuta kir
Min ew dît ku çev girtin, îdî venekir.
Gundê meda
Êvarekê bi hewa xweş, bîna temiz
Bin îşiqa hîvê da berebûn mêr- jin
Pêş kopêratîvê, ber kullûbê
Cîkî xebatê dîtibûn û hatibûnê
Hinek dixebitîn ser çêkirina kanîyê
Hineka bi hevra xeberdida seva xulîyê
Wê lezê nişkêva nizanim ji kêderê
Emer destê Elî girt anî wê derê
Elî ; çima nayî nava kolxozê
Usa dimînî feqîr û belengaz ?
Were bive uzvê kolxozê
Wekî kareke giran jê bê
Ez navme uzvê kolxozê tucara
Sêx Lezgî tê mala me car- cara
Derheq kolxozê da divêje gilya ne
Wekî"qe ne laqî cibleta merîyane"
Şêx digot, 3 merî wê ji kolxozê bimirin
Fitra, zikatê nadin, loma pê digrin
Ji kolxozê jî tu qencî çê nave
Bi gotina xudê devê wanê zihave
Rojê em dixun tolma û lewaş
Ew jî dikin ber zikê xwe kewirê aş
Yê ku duxun kêf dikin ew em in
Ew in yê ku li ber sermê dilerzin
Kêf dikin ser karabata em mêr û jin
Te bigota hûn tewlê dewêrda dimirin
Herro xarina meye katlêt û qeyxane
Hûn li ber nanê tisî mazûl mane
Tenê carekê mala teda xarin hazirbû
Ne ew jî usa bû, wekî para te nemabû
Yê kolxoza me hene mî, mihîn
Helbe, çavê wan pak navîn ?
Nanê me bi maşîna te hazir kirin
Ne ew bi milla zevîyada dimrin
Ew nan serê xarinê hemû ye
Edî xapandina wan bergê çîye ?
Çiqa diçe xebata me hêsa dibe
Hûn ussa duxebitin mal li we xirab dibe
Tu çewa kesîb ezê te hîn kim
Seva rihetya canê te dibêjim
Wekî divînî lezet heye li kêderê
Çima xwe nadî nav wê derê ?
Guh bide, binihêr ez tera çi dibêjim
Çewa ku ji sinifa te ? xirabîyê navêjim
Qe dive wekî ez buxum teamê
Tu jî buxî nanê tisî, ser dakî avê
Bese tî û birçî li besta razê
Sivê were erzê bide kolxozê
Çewa kesîb, biratî te şîret dikim
Her çi kulak, em ji kolxozê jî derdikin
Serwextvin li ser derbaz kirinê
Herçiku bûn şêx, melle guh nedinê
Çimku roja wane paşîn ewe
Loma ussa xwe dispêrine we
Herçîku wan sere me kir, em zanin
Derdê wan hela me danîn
Ewan şêx, mella û pîra em difrotin
Bi kapîtalîst û mikedara dişewtandin
Elo tu were ser xebera min
Bive uzvê kolxozê hevalê min
Hetta niha min şer dikir û digot
Çimku wekî dibû behs, şêx dil disot
Êdî min hêja îna kir herçî, ku te got
Ewî gilîyê teyî paşîn lap dilê min sot
Bîra min jî tê, wekî seva cêvê xûn dirêtin
Salê çend cara kesîb- kûsib dimêtin
Wekî nivîsarçî hebûya, minê binivîsya
Seva ketina kolxozê dilê minê hêsabya
Êdî gava şêx û melle gilîkî bibêjin
Em kesîbê caba wanda bibêjin
Bira undavin şêx, bûrjû, melle
Ewana lap welgerne ser kelle!
Ezê bivim uzvê kolxozê- mala tifaqê
Êdî tu cara em navine hewcî xelqê
Ez û kurê xwe emê pêra jî hînvin sazê
Zef şa me wekî em gihîştin vê mirazê
Emer, tu min haya nevîne
Hela birê xwe sivê pak bibîne
Bostanê kolxozê çewa dike şîne ?
Pê çavê dijmina derdixîne
Kilama Elo
Bintara bêq, ber serê bostanê kolxozê
Dengê bilûra Elo mîna mîna dengê sazê
Tevî hewê hêdî- hêdî, qat- qat bilind dibû
Ewî ser qaydê bilûrê kilamek çêkiribû
Dengê bilûrê zîz dilê mêriv dihat
Bi wêra jî kilameke teze ha digot
Şivantîya me berê bi cefa û ne xweş bû
Berî firqa bolşêvîk dunya şevereş bû
Xên ji şivantîyê aqa ussa em didane xebatê
Xebat bû, me hazir dikir ruhê me dertê
Wextê aqa sole xwe di pê kira
Gerekê me zûka derî lê vekira
Wê barê me ji dara barkira
Wekî dibû wextê standina heq
Aqa li me dibû terazya neheq
Heqê me dibû şîlek du şemaq
Pêş wê va me distand fera toraq
Naka hatîye firqa bolşêvîka
Azayî daye hemû mexlûqa
Em jî dixun kêf dikin
Kûlak aqa red dikin
Kolxozê da ez jî şivan Heso jî şivan
Em her du jî bûne bilûrvan
Li me hatîye xweş dewran
Emê hero bikin kêf û seyran
Em şivan, gavan, û berxvan birane
Ji ser me hemûya çûye bare girane
Me pirolêtara ser xwe avît nîre hesinî
Dewran hat lap li ser me sekinî
Em şivanê pezê kolxozêyî rindin
Êdî aqa û beg ji me newêrin
Ji tirsa me xwe vedişêrin
Usa direvin piş xuva nanhêrin
Erza Şemê "Rîya teze" ra
"Rîya teze" eger li te zehmet be jî
Dîsa tu yî, ku minetê nakî ji kesî
Li halê min binihêr û li min bi pirsî
Her çewa heve, bike rehmê li min
Kesî tu murwet nekir li min
Zarbûm qewma û pizmama xapandim
Bi malê dinê ji kalekîra revandim
Umrê min gihîştibû neha hela zarbûm
Ji hebûn- tunebûna dinê bê xeberbûm
Rokê birê min, dîya min û bavê min
Çimku bûbû yê avîtinê kevirê min
Dest dane destê hev, kevirê min avîtin
Ji kalekîra bi peretî ez firotim
Her çiqasî ku ez ne çûm, min înkar kir
Qirarê ku wan danîbû, min qebûl nekir
Lê min nikaribû qirar daynim û bisekinim
Ax ! çima ji dinê xilas nebûm û ne mirim
Gilî kirin yek, bi zorê milêd min girê dan
Peretî ber bi mala kalê dînî çûn û pêşda dan
Hela binhêr, dame mêrekî çewa
Çar standîye, ez bûme jina pênca
Melle hazir bû li wêderê
Nikaha min birî kire devterê
Hewcî melê xapînok kirim
Dîsa yê mêrê min mal da hebûn
Sê çar jinê wî hela guh bide min
Hebûn sê kur, çar qîz, û dêke wî
Ez ku birim bû yanzde neferê wî
Her yekê gilîk tev gilîyê min kir
Her şev bare min ji dara bar kir
Ew çi mêrtî, jintî bû ez nizanim?
Hingî hatime vê malê rojê navînim
Biska venagirim por şe nakim
Surra xwe ji birê xwera jî navêjim
Çimku wana rastîyê qelpî tevkirin
Ez belengaz, nolî heywîn firotim
Na, bext reşîyêda tenê ez nînim
Bi hezara ber girî hene yê mîna min
Zef hene qîzê delale ussa bûyî
Lê kêm nînin yê nolî mine êciz bûyî
Ez ne giryam, dame girî
Bi zêra dame kale ketî
Êvar ku tê dive şerê me
Mêrek û çar jin radivin, ber hev
Axirê kale mêrî me rabû ser piya
Bi dara usa lêda pişta me tewîya
Berî hemûya li min da, bûme sewdênî
Sivê heta êvarê kirme xênî
"Rîya Teze" qurbana nave te bim
Hela bêje, ezê heta kingê ha bim
Ax ! ez çi bûm belkî ez bibûyama însan
Heta kengê wa bimînim giryan
Ez ricûyî kalê nexwendî kirim
Insaf û mirwet pêpez kirim.
MUHUBTI
Rojeke havînê ewravî li ser çîya
Li zozanê Egrîce nav belekîya
Berî êvarê wextê esir piştî nîvro
Pîskê baranê dihatin yeko- yeko
Paşê gur dibû
Dibû lêyl dikişîya
Dikete gelîya berjêr diçû
Heta gunda, nav zevîya
Wextê baran vedike
Erdê kulîlka şîn dike
Paşê tav dide, nermayê dikşîne
Pey wê tiştekî kesk- sor dixuêne
Zaru divêjin
"keskesorê bibînim,
Mişk û mara nebînim"
Paşê kevira ser sere xura davêjin
Ew hîn kirina mezinane,
Zef nêzîkî huba dilane,
Yek tiştê hiz ne kirî,
Ya din, evîna bi pera kirî,
Ew heva simandina bi zor,
Mîna dîtina mişk mare kor,
Lê her çi ya ku huba dilaye
Mîna dîtina keske sorê ye
Tiştê usa nav qîz xorta
Xuzil nivîskar dîsa bidîta
Helbet wî jî dîtîye, paşê nivîsîye
Hinekî nêzîkî dilê xundkara kirîye
Carna dîsa ji sere çîya
Mijî digirt heta rasta
Dîsa tîrênca roê dida banîya
Dikete hemû best û gelîya
Mîtina kulîlk radibûn
Xwe dihejandin sipî- sor dibûn
Dengê ava , çema kanîya
Meriv lê muteheyêr dima
Piştî baranê nav kurmanca
Qîz, bûk diçûne ser çema – ava
Kinc, cil, ber,emenî dişûştin
Paşê ser kendalê avê radixistin
Hinek jî qîz- bûkê delal, her gava
Diçûne ser çema ber kanîya
Govend digirtin, dilîstin
Laqirdî dikirin, dikenyan
Nav wanda qîzek heye
Nave wê Balaxanim
Çeve reşin, sûreta nizanim
Sîngî dûze, mîna berîyê
Çeve gir mîna du gola
Gola Wanê û sêwanê
Ewê hêsir dibarandin
Mîna ewrê av ji behra hildayî
Ussa dilê bi şewat û kelîyayî
Ew kesîbyê da mezin bûye
Dê û bavê
Pîrkê û xatîyê
Evîna wê jê standine
Bi zêre zer firotine
Êdî laqirdîya nake
Bi eşqa dil şa nabe
Tev hevala xwe kaw nake
Çeva kil nake, por venagire
Xwe ji her kesî vedigire
Kivşe,
Derdê wê,
Kula wê,
Meraza wê, evîne, hebandine,
Gerekê bihebîne,
Paşê dil şabe, çav bibîne
Berê ewlin nav qîz- xorta
Derheq hezkirin û hebandina
Edet bû nav kurmanca
Qîz nedidan tu mileta
Xorta, kura, lawika
Ne hebanda ji:
Êrmenîya, tirka û ûrisa
Li ser gotina dîn peresta
Ev hemû berdilê Balaxanimê
Zûda hatibûn cêrbandinê
Ewê hemû jî pêpez kir
Dil heband paşê mêr kir
Ewê derbaz kirina iletê hişt
Bi zêra zîva standîyê xwe berda
Bi dilê hebandî dît, mirazê xuera gihîşt ?
Kilama oktîyabrîka
Zivistan çû, bihar hat
Erd reş bû berf hilat
Can hevalno bicivin
Em govendekê bigirin
Can hevalno bicivin
Em govendekê bigirin
Em zûrîyeta oktyabrê ne
Ewledê xebatkara ne
Can hevalno bilîzin
Gul û sosina biçinin
Can hevalno bilîzin
Gul û sosina biçinin
Can hevalno dest bidin
Emrê teze em çêkin
Welatê me yê şêwrê ye
Wetenê pirolêtarê dine ye
Welatê me yê şêwrê ye
Wetenê pirolêtarê dinêye
Dinya kevn em tezekin
Dinya teze em çêkin
Welatê me şên bûye
Kolxozê têda çê bûye
Welatê me şên bûye
Kolxozê têda çê bûye
Can hevalno mezin bin
Cêrga komsomola em zêdekin
Dunya me ye, ya me ye
Heta hetaye ya me ye
Dunya me ye, ya me ye
Heta hetaye ya me ye
Ecêve
Rojeke ewravî- dûmane, bi şilî ye, melûl
Baran dibarî, av cîyê çelik da dibû gol
Nav mala da mî û bizinê jare mayî
Mîna qûlê nexueşe madana da birçîbûyî
Xwe bin hêsîyê konara dikirin, hebin, diavîtin
Xueya- yehe, kîse bidar û kevira lê dixistin
Mêra merr hildabûn cewik dikolan av nedihiştin
Jina mêkut girtibûn, him- him sing dikutan
Ji alîyê rohilatê bîna bê hêdî- hêdî dihat
Bû çevereş, ew dûman bû, ku ser obê da girt
Li zozana Aqmiqanê- ware herî jorin
Heta payîza derengî belekîyê berfê ranavin
Li orta Qeredaq û Zeynelbatanê, Çaylaxê
Û çiyayê fêza Qanlî golê, kêleka Korbûlaxê
Rîya rêwîya têra nabe heta meha hezîranê
Ji dest berf, bager, sur serma û dûmanê
Hema wê roja barane- hewa sare bi dûman
Berx, pez û naxir li dora obê diman
Ji obê yekî- oro, Celal were van mî û bizina bive
Şivan heta ku heywanê nav mala derxe bive
Mecîdê Ûsivî panzde salî şagirt pêra çû
Pez birne Qeredaq ser çîyê Koroqlîyê
Baranê vekir ew li ser çîyê rûniştin, qilincîn
Mecîd: Celal, ew çi dare, ku sere vî çiyayîyî?
Ha erdê da kutayî, kî zane, çend sale maye
Celal: dibêjin ew singe hespê Egîtê birê
Kor Oqlîylê qaçaxe, ku heta naka maye li vêderê
Divêjin ewî xelq dişêland, talan dikir
Ji dera dianî, virada berav dikir
Çela sere vî çîyayî bona wî û Egîtê wî
Çîyê kela bûye, mîna mala wî
Pezê ji serma ricifî xwe dadiwaşand
Erdê hêşîn çêryayî, niha dikaya û dimehand
Tare dabû ser, her alî kulîlkê rengîn in
Mecîd û Celal erdê dora xwe nolî xalîça dibînin
Mecîd: Celal bêje, li vira dîsa cîyê usa hene
Ku Kor Oqlî têda maye, nolî vira ne?
Celal :- hinda kela Şemo jî hene şikevtê kûr
Ku jê derxistine perê çerm û hestûyê hûr
Wekî usane, li vira meriv kuştine, Mecîd pirsî
Wekî usane xelqê zozanê hemû ji wî ditirsin ?
Te xwendîye, tu zanî Mecîd can
Bêje çika çewa kirne ji wan ?
Ku usa bi carekê ew ji ortê rabûn
Erdê û esman wa ji wan aza bûn ?
Mecîd: wana gelek zulmê usa kirin
Xelq talan kirin, meriv kuştin zor kirin
Gundî û pale ji kirinê wan îdî aciz bûn
Hergav bi serkarîya Lênîn miqabilî wan dibûn
Dikirin îngilab şer dikirin
Dewa roja ha nolî îro, aza dikirin
Axir,- axrîyê rojê azayê hatin
Bere- bere kulak, zulumkar hilatin
Ewana him direvîn, him diketin
Kesîb, pale qe ber wan nediketin
Pirolêtaryata gotin- ravin gelî qelpa
Paşê zulumkar yeko- yeko dane bin lepa
Unda bûn şêx melle û zulumkar
Li dewsê rûniştin pirolêtar
Xastina pala û gundîya hate sêrî
Zalim- zulumkar çûne ber dêrî
Dîwana xûnxura ji ortê hilat
Azayî, hevaltî û biratîya delal hat
Çev pirolêtara diketin, tijî xûn
Û zulum dibûn şewitandin bûn fikra wan
Nêta wan xûnxarin bûn
Fikra wan xelq talankirin bû
Ew kesê ku milk- maş zevt kiribûn
Koka wane pîs li her dera hebûn
Qanûn însaf ji bo wan tunebûn
Ax! Çi pak kok li wana redbûn
Ew destê ku ser xelqêda dihejiyan
Êdî nayê dîtinê mayînê wan
Gelo çima? Usa unda bûn
Qe êdî bi carekêva ranebûn?
Helbet, wê nikarvin ravin
Tu cara ser xelqê li ba nevin
Pirolêtara li wan kirin firset
Ew red kirin, azatî anîne dest
Pîyonêr!
Gundê meda mekteb vebûye
Eşqa zarê gund zef pir bûye
Rojeke biharê germ delal
Ez ji têxnîkûmê diçûme mal
Ez çûm nêzîkî mekteba gundê bûm
Hema nişkêva ecêvmayî û şaş bûm
Dengê saza dersdar dilê meriv disot
Qîz- kura kilameke wa bihevra digot
Em zar
Ê 9-10 salî diçin dixûnin
Ulm û xwendinê dest tînin
Emê gotina Lênîn bicî bînin
Em dixûnin û Lênînvan in
Em hemû xûşk- biran in
Roja îro jî eme xuedan dewran in
Em dixûnin û bûne pîyonêr
Me daye ser millê xwe bayraqa sor
Emê berekêva derbazvine jor
Em pîyonêrê her dera
Civyane li vandera
Bi hevra bûne xûşk- bira
Dilê meda tune tu qelpî
Emê bivine hîmê sosyalîzmêyî lapî
Ancax em aza bûn ji wî kapî
Em pîyonêr pêdikin sola
Xwe diguhêzine dewsa komsomola
Guh nadine qanûna bav û kala
Dereca me pîyonêra zef jore
Nîşana me dezmala sore
Aqilê meyî zef, fikra me kûr e
Pîyonêrtî komeke, tifaqe
Nav meda herro kêf û eşqe
Sêx Emo me divîne diteqe
Xeberê me teze hemû mizgîn in
Royê dem dezgehekî teze divîn in
Her tiştekî hîn bûnekê jê hiltîn in
Xweş bimînin pîyonêr !
Sax bimînin pîyonêr !
Ser çava bên wabî xêr…
Berê aqa û bege zor bûn
Çaxê kommûnîst rabûn, ew korbûn
Kommûnîsta qeland koka zulimkara
Ew rakirin ji ser milk û mala
Çaxê aqa dihatin ji derda
Tarîqa 17- a ewê ji dilê me xeberda
Milê meyî girêdayî berda
Me ne lazime îdî qet
Em dixwazin canê saq- silamet
Rîya rastîyê û fire li ber me ket
Em hemû jî hîn dibin ulm, terbyet
Aqa û şêx bira dûr herin
Herin pêş xwe va venegerin
Me ne lazim in ewana
Ew zulimkar û xûnxurana
Ewana digirtin gelek şivan
Zarê wan jî dikirin berxvan
Kuta bûna salê tişt nedidanê
Bê heq- bê miz berdidanê
Çaqirbegêda
Gundê ku em lê diman, welatê Romê li ber devê gola Wanê bû. Gundê zûda bû. Kewşenê gunda da gellek karêzê avê yê ku anîbûn nav gund kiribûn kanyê lûlekirî û derxistibûn. Mêrg, çîman, baq, û çend heb jî golê bi dest çêkirî hebûn, li ber wan gola çend heb aşê 3-4 çevî dixebitîn. Fêza gund, alîyê koşka aqê kelefekî aşê bê hebû, wekî berê bi qeweta bê ji mala aqê ra hatibû xebatê.
Gund da, gelek jêmayînêd fîodala jî mabûn. Kela kevirî, gemîyêd mezine li ser behrê rizîyayî sekinî, mabûn. Hemû yê ku bi destê gundîyê xebatkar bi qayêdê bêgara aqê hatibûn çêkirinê, çêkirina wan, wekî xebata gelek- gelek pale dixwest.
Lê eyan bû, wekî ji wan zeftir jî kesîb, çimku raste, nav gund da xan- manê bilind, tewlê mezin, hesarê fire, kadînê dirêj hebûn. Lê xanîyê koxtikî, tewlê çûk, nolanî koxtikê mirîşka du cara qasî wan bûn, yê ussa jî hebûn, wekî merîya nikarbû têda rave ser pîya.
Hetta kevirê merzela jî di gund da hebûna du sinifa dida eyan kirinê.
Nav merzel da hebûn qebir, yê ku ser kêlekê wane neqişandî, dora wane hesar kirî û li ser wan kumbeze çêkirîbûn, hune qibir jî hebûn, ku kevirê kevirê serkêlekê wane ketî, dorê wane vekirî, tirbe hilşiyayî heywan ser ra diçû, dihat.
Bîra min tê, wekî nav merzel, ber qebra aqê gundê berê, Hesen begê millî dareke gûzê hebû, gundîya wî çaxî jê ra digotin,"Dara Maşûr" ew dar ji bona gundê me zîyareteke kivş bû, wekî her sond û înakirina wan bi wê bû. Çewa ku zîyaret her kesekî hindava xwe da miqatî ji darê dikir : xwelîyê bi fosfor vala dikirin dora wê û ardidan. Ji wê xweyîkirinê jî darê zef mezin û her belgekî wê weke destmaleke ser desta bûbû. Belgê wê kevn û teze ketibûn ser hev û binda weke ardûyê sê malayî zivistanekê darê kevn hebûn. Bi gotina rûspîyêd gund"kê darê wê bişewtanda, bişkênanda, waymîş nedibû, û ber pîyê xwe nedît, lema jî kesî taqet nedikir û ser darê da nediçû. Gava ku Hesen beg kurê Eyub begê, dîya wî ji mala şêx Dewrêş bîye : wê malê jî, marê çolê girtine, anîne mal, hînî qayde- qanûna kirine.
Gund da beg bi xwe jî merivekî "zef adil bûye, wekî gund da yê ku dest dirêjayî kirîye, yanî tiştekî yekî birîye, Hesen begê dest xwe ra emrî ser xulama kirîye, mala wî talan kirine, ew kuştine û kulfeta wî jê stendîye, firotîye yekî din, "lema çaxê mirîye, li ser qebra wî şev 3-4 cara çira vêketîye û salekê şûnda dara gûzê şîn bûye.
Raste wî çaxî ez zar, li ber berxa bûm, lê zarekî wa êgin, li ser xwe bûm, derheq wê darê da ez gelekî duşurmîş dibûm, min fikir dikir, wekî ew dar çima wê derê şîn bûye, çira çima? Gerekê ese li ser qebra Hesen begê vêkeve! Lê çima li ser qebra sofî Rizgo vêneket, wekî salê sê cara peya diçû hecê û parî nan jî mala xwe da rehetî nedixar, şev roj "ella ekber" digot û nimêj dikir. Wekî min ev carna hevalêd xwe berxvan ra digot, ussa qêmîşî min nedikirin, wekî min bikutin, çêrî min bikin, lê digotin: tu hela piçûkî guneyî , çî te pê ketîye, wekî tiştê ussa tînî ser zarê xwe, helbet ew jî raste, wekî ewqa pîne pêva hene, ew mezin- rûsipî hurmeta wê digrin…….
Lê ez nedisekinîm min ese dixast, wekî zanibûya, çika çima ussane.
Pir- hindik min zanibû, wekî Hesen beg ne merivekî adil bîye jî, herkê çiravêketin rast ve jî. Bi gotina mezina gerekê li ser tirba merivê pak, nandayî, birehm vêketa" dara zîyaretê ser wî şîn nebûya, ewî ku gelek zulm kirîye, bav û birakî min jî kirîye qurbana sîya wê dara ser xwe.
Lê min xwe pakî nizanibû. Min ji geleka pirs dikir, lê kesekî tarîxa darê ji min ra nedigot. Rojekê min fikir kir, wekî ji mala Arif begê pêştir, tu kes tarîxa darê nizane, çimku her kesî bi fêla xwe belede, ewe ji wê male ne, wî çaxî ez diçûm ber berxa û rind jî hînî çêkirina holerîsîn û kevirkanîya bûbûm, min kevirkanî û hole rind çê dikir. Kurê Arif begêyî ortê, wekî, wekî ancax 12- 13 salî hebû, ewî ji destkirê min zef hiz dikir.
Çimku min baskê kevirkanîya qalim û mêrkî dihûna, seva kevirêd giran hilde bavêje û dereng biqete, hemîn ku holêd min jî, reng- rengî û vereşandina wan tunebûn. Ewî zef dixwast ji wan holêd min yekê dest xe û hînî çêkirina kevirkanîya be, yê nolanî kevirkanîyê min çêke. seva wê yekê jî min berxêd xwe kuda dibir, ew jî pey min dihat.
Çewa hercar dîsa ussa.
Carekê, min berxêd xwe birin ber qeya zinêr dane meqel, wekî dara Maşûr jî meva xûya dikir, kurê Arif begê hat cem min rûnişt, xast wekî ez wî hînî çêkirina kevirkanîya bikim.
Lê vê care, min nexwest, wekî hînkim, min got:- kingê te serhatîya dara Maşûr min ra şiro kir, wekî ew çewa? Bi çi formê şîn bûye û çira çima ser tirba Hesen begê vêketîye, ezê paşê te rind hînî kevirkanîya bikim. Piştî gelek gilî û gotina ku min gellek tişt mayîn pêra gotin kirin.
Ewî fikir kir, çend deqa şûnda got…
Ezê rast bêjim lê gerekê tu holekê û kevirkanîkî bidî min û min jî rind hîn bikî û ji kesekîra nevêjî.- birabe, min got, - de sond buxe,
Min bi qebra bavê xwe û gilyê mayîn da îna kirinê. Ya darê û çira ser tirba Hesen begê ez pak nizanim, lê pêrar, wextê kakê minî Cemal beg jî mir, dîya min û bavê min dizîkava dikirin piste- pist û digotin,- piştî defin kirina meyt, gerekê yek ji me 3- 4 şeva şeva dizîkava çirayê bive ser qebra wî vêxe û bitemrîne, heyfa Cemal begê nine, ku nav mezelê gundîyada bê rûmet be, nava wan.
Ji wê jî ez dizanim, wekî ya Hesen begê jî ussa kirine, paşê birine wê derêda kirine çal û mezin kirine, lê gerekê tu ji kesekî ra nevêjî: dixwazî herim ji wê darê çend çiqa bişkênim em bişewtînin, qe tiştekî jî bi me nake, min gelek cara caribandîye.
Min wî çaxî îna kir û hinekî bîna min hate ber min, wekî îdî derheq zanbûna wêda, min tu fikir ne dikir, tenê dereq çewa gundî xapandina wanda duşurmîş dibûm…
Gundê me, ne gundekî nolanî wan gundê dine: Norevansê,Alekoyê Canîkê û yê mayîn bû. Gundê meda gelek tişt qewimî bûn, gelek qezya bûbûn. Niha hûnê bêjin çika gundê xwe dipesine, lê na, ez jî mîna we, çewa ku ne merivê wî gundî ez jî teze mezin bûbûm, lê wekî meriv tiştek dît, gerekê bêje, ew jî tiştê wa, ku êpêce xerîb û şuxulê qewimî…
Wî gundê meda wekî pir hindik şuxulê mêxanîktîyê hebûya, bawer bike, wê şûna şeherekî bigirta ussa mezin, têda gelek cimaet û cîyê wî pakbû, nav golê pêşberî gund jî çend adê êpece mezin hebûn, wekî divêjim gol, dive ku hûn bêjin, çika çewa golê wekî ade têda hebûne. Ew gola Wanêye, wekî merivê wê derê jêra divêjin, bera Wanê.
Fêza gund alîyê aşê bê û gola dorhesarkirî avayêd mala Hesen begê bûn, pêşberî avayê Hesen begê jî kelefekî xerave, yê ku zûda hatibû şewitandinê, ancax şûna hîmê wî û cîyê bixêrîya xûya dikir. Me cahilê gund ew der seva holê û lîstikêd din kiribûn meydan her sive ji taştê şunda lê berev dibûn, hinek gasêtek, hinek kevivirîk û hinek jî li ser kevirê pîyê bixêrîyê tame û nehberk dilîstin, ew jî nolanî avayê mala me avaye, wê derê jî meriv jîne, û kulfet têda hebûne, qe kesek jî seva wê yekê nedifikirî û nedixastin, wekî zanibin jî. Lê ne ussa bû. Ew jî cîyê avaya, mala, kulfeta bû, ezê niha bêjim hûnê zanibin, çika çi li serê wê male qewimîye? Çima ussa buye. Çend sal ketibûn ortê.
Ez êdî êpêce mezin bûbûm, kirîn- firotana malê ketibû stûyê min. dîya min jî pîr bûbû, nikaribû rabûya- rûnişta, ancax radibû, me cîyê wê çêdikir, û dîsa diket nav cîya, her- ro mirina xwe dixwest, lê hela ku mirin tunebû wextê wê nehatibû.
Ya rast bêjim, min dixast bizewcîyama. Dilê min jî qîza mîrzeda hebû, hemîn ku keçikê jî ez hebandibûm, keçik zef bedew navê wê Têllî bû. Seva jîrtîya min Mîrze jî ji min hiz dikir seva zewaca min cahilê desta bega ernûsî ji min dikirin, dixastin min telfkin, yanî ecêvekê bînin serê min, lema jî min nikaribû, hêsa bizewicîyama. Ez hatim bal dêya xwe û min ew jêra got, wekî cahilê bega ha dikin sere min.
Ew rabû ser xwe û mîna meriveke dîn destê xwe li çoka xwe xist, girîya û got:
Dûr here- dûr here, lawo, paşê got:
-wê roja birayê te bînine sere te jî, dîsa ocaxê me kor bikin.
Çima birayê min seva çi kuştin? Çi bûye dayê can, dayê!?
-tu wî kelefî, cîyê ku hûn lê hol dilîzin, nas dikî? Te ew gemîyê ser golê sekinî dîtine? De guh bide, ezê bêjim.
Ew kelefe, avayê Hamê Evdo bûye. Ew kurapê bavê te bû. Hamê merivekî kesîb hersal dibû gavanê gund û evarê jî ber destê mala Hesen begê dixevitî. Qîzeke Hamê zef bedew, navê wê Eyşan hebû. Birê teyî mezin yê ku ez hergav şevê digrîm û em gora wî sond dixun- Efendî li wê begê bû, dîsa nolanî te niha, cahilê desta bega peyî ketibûn, dixastin ecêvekê bînin sêrî, axirê jî anîn…
Me qîzek ji Efendîra teze nîşanî kiribû, wana ku ji hesava der ji hev hezdikirin : seva wê yekê jî me nedihişt ji mal derkevin, wekî cahilê mala beg bi zorê nevin û me jî nekujin.
Çewa her car, carekê jî dîsa ussa, Hesen begê gişk berev kirin" seva vedana binê golê û temiz kirina cewêd aşê xwe, hatin Efendî jî birin. Wexta ku Efendî ji mal derketibû berbi xevatê çûbû. Cahilêd mala beg çûbûn pêşîyê, bi qema û şûra pirtî- pirtî kiribûn, avîtibûn erqa avê.
Pey wê em malxirav bûn û çûn, malêda ez man kal û pîrek, hingê hela tu tunebûyî. Êh, meyê çi bikira zora me nedigihîştê, tiştek ji destê me nedihat, cahilê mala beg dixastin, wekî qîzik bi destê zorê ji mala bavê derxistana û bibirana , lê qîzkê û bavê nedixastin, digotin : ew gilî wî çaxî wê bibe, çiçax ku em ji nolanî Efendî bêne pirtî- pirtî kirin. Heta ku eme saxin tu cara ew şuxul nayê sêrî, seva wê yekê jî şevekê cahilê mala beg çend hev cahilê gund hildidin, tên ser mala Hamêda digrin, wekî Eyşanê seva Elî begê, bivin. Wexta millê keçikê digrin, dikişînin : keçik dike qûjîn, bavê wê pê dihese û radive. Hamê wekî gelek- gelek tiştê usa dîtibû û derbaz kiribû.
Lê vê carê îdî teyax nekir, kire gazî û got, gelî xûnxura her çi we kir bese, ji mala min derên kuştina Efendî ji we re maye, bese, tenê ji mala min derên. Serkarê wan birayê Elî begêyî mezin yê ku Efendî bi destê wî hatibû kuştin, hers bûbû, gotibû lê me Efendî seva çi kuşt ? xu dilê me neketibû xezna Efendî, ewî nikaribû rabûya pêşîya me xeberda, ne me seva vê qîzê kuşt, gerekê em wê jî bivin.
Hema wî çaxî destê Hamêda darekî qalim, ew jî çomaqê wî gavanîyê bû, wekî bextra ketibû dest, dagerande serê Elî ew derbêra ket,… A …ha- malik şewitî Elî ket, komê gotibû û pirtê – pirtê ketibû nav wan û revîyabûn, Hamê ji ser Elî ranebûbû ew bi dara mest kiribû.
-lawo, de wê wextê jî sîlah- tiving, qirme û yê mayîn tune bûn, tenê şûr qeme, ew jî tenê destê bega, aqa û merivê dewletîda peyda dibûn.
Gava ku ewana direvin " derheq kuştina Elî da elametîyê didine Hesen begê, hema wê gave beg radive, êgir berî xênî dide, bi kulfet va dişewtîne, ji wê mala ku 7 nefer bûn, tenê Eyşanê ji nav êgir derdixin û divin, yê mayîn hemû nav êgirda dişewitin, dibin rijî.
-dûr here, ewna cîyê gelek malê nola me kirine cîyê lîstika top û lîstikê cahila, wê mala me jî xirav kin, dûr here, dûr here, lawo…
Inkê bêje, çika ew gemî çima ussa li ser behrê rizyane, mane, min got.
Cîyê min rastke, delalê dilê dayîka xwe , got,… Êdî ji hal ketibû, ancax xeber dida.
Min cîyê wê çêkir û destê xwe danî ber serê wê, ewê bi halekî çetin dest bi gotinê kir:- Êh, lawo wê jî bîra Eyşê biçûya! , kuştina destgirtî û 7 neferê mala wan, wekî dê, bavê wê jî navda bi destê wan hatibûn kuştinê.
Of, nikarim bêjim, nikarim, çetine…
Daykê can, daykê, bêje, te îro lap ez helandim. Hela bêje, çika ez bi her tiştî bihesim, belkî karibim xwe ji wan xweyî kim.
Çend sal derbaz bûn. Hemîn ku Eyşê jî biribûn dabûn kamil begê birayê Elî begêyî dine, yê çûk.
Ew gemîyê li ser golê rizîyayî, yê mala Hesen begê ne, ji Wanê tiştê arzan dibirine, Erdîşê û ji wê jî dianîne Wanê. Bi kulûra pere berev dikirin. Merivê mala wan hemûye dîne harê kêflî bûn. Ji wana kê zanibû pere çi ne, hergav bi gemîya diçûne adê nav behrê: seyrangê, gerê masî digirtin û digerîyan. Carna jî diçûn 4- 5 roja bi kulfetî ada Tewledêrêda diman qet nedihatin, çima çi wan tunebû? Dixarin, vedixarin, kêf dikirin, carê dora begekî bû, vê cara paşîn jî dora Kamil begê bû, gerekê ew bi kulfeta xwe va biçûya gerê, kêf bikira. Hemîn ku kêfa wan jî li ser gemîya û nav adê behrêda dibû.
Çewa pêşê rojê, dîsa usa, pez serjê kiribûn samuwar, û xurekê lazimî hilda bûn, Kamil , Eyşê û jina Kamile dine, birêketibûn, bi gemîya çûbûne ada Tewlederê.
Li wêderê da çend roja xaribûn, vexaribûn, dîsa Kamil ji Eyşêra dabû xebera, gele xeberê nepak dê û bavê wê ra gotibû, piştî wê, ketibûne gemîyê û gemî avîtibûne ser behrê, wekî bêne gund. Go – rêva behrê pêl vedida, av li hev diket, zer û şîn dikir, gemî bere – bere nêzîkî gund, qiraxê behrê, cîyê ku dê û bavê Eyşê piştî şewitandinê avîtibûnê dibû.
Hemîn ku dara maşûr, û gola aşa jî xûya dikin, ew qehra avê, ya ku pirtîkê destgirtîyê wêyî Efendî jî ketibûnê tê kivşê, wî çaxî nav behrê, di gemîyê da Kamil begê jî- dîsa bi gemîvanê, heşîş kişandine, kêf kirine. Çaxê ku Kamil beg radive, wekî nava gemîyêda bilîze, diçe- tê, hema wî çaxî, Eyşê defekê dide wî û gemîçiyê mezin, û divêje –"bira ev jî bibe elametîya nîşana usyanekê".
Gemî reşkirî bi şîn- girî tên digihîjine malê. Êdî ewe, wekî gemîyê mala Hesen begê li ser rûyê gola Wanê dixebitin, xebata wan ew bû, Êdî piştî Kamil begê xebitîn.
Dayê can, dayê! Lê Eyşê nekuştin? Min pirs kir. Ewê destê min li ber serî, hela gilî dêvda çevê xwe girt, êdî venekir…
Ji wê şunda çavê min hilnedihat ku li bega şêxa û mella binhêrim.
Pey mirina dêya min ra, min dixast ez ji gund birevyama. Lê gundê me Çaqirbeg heyf nînbû?
Yek jî destê min ji Têllîyê nedibû, minê çewa Têllî bihişta, nedibû, minê çewa Têllî bihişta, biçûma, ne begayê ew bibirana? Reva mine pêşînbû.
Min çi qasî dixast bimînim, lê nedibû.
Min bixasta- nexasta gerekê birevîyama, yanê na, bi meytê min jî bendê erqê avê wê bihata girtinê. Ez seva reva xwe gelekî difikirîm. Lê ezê kuda biçûma, xweyî xudanê min kî bûn?
Gund da êdî ebûra min nedibû, mala meda jî kesek nemabû, Têllî jî ji tirsa wana nikaribû guhdarîya min bikira… lê minê Êdî çi bikira?
Şevekê bin şevêva ez ji gund derketim, min berê xwe da berbi qeya Amokê. Ew rîya du roja ji gundê me dûr, orta gundê Xecîckê û Amokêda, li ber devê golê bû.
Qeyakê bilinde ussa bû, ku ji alîyê rê dernedikete ser wê, tenê ji alîyê golê pêpelingek danîbûn û ji wê wêda kevir nolanî cîyî linga vedabûn têra hildikişiyan, diçûn, dihatin. Li ser, dora wê hesarkirî, mîna kelayê berê navda curnekî avêyî mezin hebû. Wî çaxî gundîya ew der kiribûn zîyaret, digotin giva ku wexta pûtperesta da" eshabekî serê wî hatîye jêkirin(şêrda) serê xwe hidaye hatîye wêderê şehîd ketîye,. Ew cîyê kevirayî vedayî jî, cîyê destê wî ne, ku lê daye, kevir nolanî penêr mam, lê ebûra min ji dest zîyaretvanîya nedibû. Ewana kerîyê pez dianîn binetara wê didane meqel, hinek hildikşîyane ser zîyratê, hineka jî newêrbûn diman li jêrê, xarin çêdikirin. Min jî xwe dabû ber hesarê bin pelekî da rûniştibûm, seva min nevînin. Êh , ussa jî nav, hero wa li çola, tî birçî nolanî merivê beyanî. Xevat lazime ji bona azabûnê, min got û idî nolanî ji cane xwe derbaz bûya, min dest bi xevatê kir. Ez êdî nêzîkî zîyaretçîya dibûm, min bi wanra bi forma zîyaretvanekî xeberdida, û carnajî derheq gundê me û Têllîyê ji wan dipirsî, gilî dianî ser zulma Hesen begê, wekî anîbû serê kesîbê gund , xeberdida.
Min ji zîyaretvanîya derheq li Rewanê teşkîlbûna teşkîlata xebatçîya ku miqabilî aqa, beganê jî bihîst. Yek jî min bihîst, wekî çar hev kesîb li şeherê Wanê hatine girtin û gullekirin. Dîsa bi fesadîya aqa ji wê jî ez rabûm bi qilixê belengaza hatime gund, bi rojê min û Têllîyê me hev dît, û gilî kire yek, wekî êvarê Arif begê jî bikujin û ji wê jî birevin herine welatekî din, têkevne nav teşkîlata pala bi wanra jî bixebitin, bona azaya xwe.
Êvar bû gundî steqirî, tenê dengê qûje- qûja rûvîkî dihat, ku sancûyî bûbû, hatibû fêza gund dikire zûke- zûk, se pê direyan, ewte- ewta wan bû.
Me dil û cegerê xwe tev anî û em berbî mala beg çûn, dest min da jî tenê kêrek hebû, lê Têllî destê vala nînbû, ewê baltê bavê xweyî tûj hildabû. Em pêra gihîştin. Her bûyîna bîra min tê, min dît. Ku Têllî ber stûya kirasê diqelêşe û malda jî xire- xir, merî dest piyê xwe dikutin.
De te beg kuşt, min jî kur, bireve! Têllîyê digot.
Em revîn. Paşê bû hêwirza gund, qirçe- qirça gulla, em nedîtin, me xwe bin nawa aşa da veşart. Paşê me berê xwe da çîya, banîya seva welatekî dine.
Rêwîtîya Min
Ezê seva şuxulê mekteba biçûma nehya Şerûrê gundê Şawlîka şuxulê minî bi serkarê mektebê û bi sedrê şêwra gund bû. Sivê siheta 5- a rabûm, min karê xwe kir, wekî bi maşîna nîvro rêkevim, ber bi Şerûrê herim. Karê minî kirîbû, tenê min wextê maşînê raçev dikir. Piştî raçevkirina çend siheta, nîvro bû, ez birêketim berbi stansîyê çûm. Bi tiramvayê çûm gihîştime stansîyê, li stansîyê gelek merî sekinîbûn, yê

ku bilêt distandin, seva cîya da biçûna. Nav qelebalixa wanda meriva dengê hev nedibhîst, min jî nobet pirsî û li ber dora xwe sekinîm, lê min zanibû, ku bilêt naghîje min, lema jî ji wira derketim berbi nobeta komandîrovka çûm, û li rêza wan sekinîm. Kassa vebûbû, bere- bere bilêt didan. Ez jî nêzîk, pere hazir destê min da sekinîbûm.
Lê çevê minî li mîlîtsa bû " çika kingê bên, min ji vir derxin" difikirîm. Çimku kaqizê minî şandinê, min bîr kiribû, malda hiştibû. Min gelekî dora xwe dinihêrî, wekî merivekî nas bibînim. Ezî wê fikrêda nişkêva du merivê nas ber çevê min ketin. Ew jî seva standina bilêta vî- alî- wî alî diçûn- dihatin. Min ewana pak naskirin, û gazî kirê, yek Ezîzê Şemo, yê dine Teyfûrê Elî bû diha kuttabûna bilêta û hatina maşînê nêzîk dibû. Însan ser hevra diçûn- dihatin, em jî bê bilêt mabûn, rastî Tefûr dixwest hinekî nehestî bikira seva standina bilêta, lê milîtsa ew jî derxist û em mane bê bilêt.
Ez hinekî rûniştim û fikirîm, paşê min namek nivîsî, da Ezîz şand mal, seva anîna kaqizê minî lazim, Ezîz çû.
Ez û Teyfûr em derketibûne devra, seva hatina Ezîz me dinihêrî, gelek komke( tiramvay) dihatin diçûn, lê Ezîz têda nînbû.
Komkekê ji kaqiz, şikil û perçê reng- rengî neqişandî ji dûrva xuya kir, ussa zû dihat merîya tirê difire, hat gihîşte stansîyê û nerm sekinî.
Gelle merivê bi kincê hevirmişê xase xemilandî jê peya bûn, lê Ezîz berî hemûya hat gihîşte me. Dest avîte cêva xwe, kaqiz derxist, da min.
Ez dîsa çûm, li cîyê xweyî berê sekinîm. Mexlûqetê wê derê geleka gazî min dikirin. Digotin hanî van pera, mera jî bilêta bistîn. Lê ji wan jî jinekê gelekî lavayî dikir, û pere raberî min dikir. Min îna nedikir, wekî ji yekê zêde bide. Lema jî min perê wê negirt. Min bilêt stand, pey min jî merivê wê derê gişka yeko- yeko standin, nişkêva bû ringe- ring, li zengil dan. Tenê lezketina min bi min ma.
Merivê wê derê, yê ku piştî hildan, yê ku bê piştî zû- zû diçûne ber maşînê diçûn, em jî çûn.her derîyara meriv bernedidan, tenê derîkîra ber didan, ew jî zef sixletî bû, derketina merivê bi piştî çetinbû.
Kandoxtira bêraqkê keske dest da ber derîya sekinî bûn, nedihiştin meriv têketina vagona merî sekinîbûn: gelek ber derê vagona seva hilkişyanê sekinîbûn, hineka jî millê xwe millê hevra kiribûn digerîyan û nerme nerme xeber didan.
Li wê derê jî hebûn gellek qîz, bûkê delal wekî bi kil çevêd xwe neqişandibûn. Hatibûne wê derê seva rêkirina nasê xwe. Stansîye şên bû, merya tirê her alîyava li defê dixin, xelqî ussa xemilandî û bi kêf bûn. Ez jî ber dêrî sekinîbûm, min û hevalekî bi hevra xeber dida, derheqa berê û niha, çewaku berê wextê padişê ew stansîya mîna cîkî xirave bû, lê niha çiqa xweş û bedew çêkirîye, me digot û em şadibûn.
Nişkêva derî vebûn, cimaet hikişîya kete vagona, em jî ketine yekê û têda rûniştin. Nav maşînêda qelebalix seva cîyê rûniştinê destpê dibû, hineka hinek radikirin, hinek jî seva rûniştinê vîalî- wîalî digeryan.paşê kandoktor hatin, pêda- pêda merî dane cîkirinê û rûniştandinê. Vagona ku ezî têda bûm, merîyê wê hela temam rûneniştibûn, nişkêva zengil lê xistin, maşînê kire qûrîn û bi rêket, çû.
Ew maşîne berbi Culfê diçû, min xwe dabû ber pencerê û li best- beyara temaşe dikir: erdê gewr dikir, kulîyê berfê gire- gir dibarîyan,li rasta qozê pempûyê berevkirî nav berfê da nolî darê sincê gewr û boz dikirin, avê çema cemidî bûn, êdî deng jê nedihat, nedikirin xuşe- xuş. Gundîya li çolê kême- kêm xûya dikir, îdî qîz û bûkê kolxozvan, tekmale nav pempûyada çenek nedikirin li seyrangê nedigerîyan, dîsa ber hev nedidan, laqirdî nedikirin.
Tenê şivan- gavan bûn, wekî pez û dewar bere rasta dabûn, li ber agira rûniştibûn, nan dixarin, lê kifşî hebû, wekî ew şivan û gavanê kurmanc bûn, çimku kulavê wane şivantîyê dirûyî, serkulke pêva, şûna şiva çêkirî, şiv û berşivkê wane –têda, kulav kiribûne alde li ber rûniştibûn. Weke kîlomêtrekê ji wan wêda jî desteke dine hev civya bûn, distiran, kilam digotin, carna jî destê hev digirtin. Qeydê koçerî û xelef " dilîstin devê yekîda jî tulumê xûya dikir, kivş bû, wekî wî li tulumê dixist, zefe eşq bûn.
Maşîne zûzû diçû, gele cî piş xweva dihîşt, gelek cîya jî disekinî, av hildida ( stansîya) xelq peya dibû, hineke teze dîsa sîyar dibûn. Carekê jî maşîne li stansîya Qemerlîyê sekinî, Ezîz û Teyfûr berbi malê xwe çûn, ez jî li stansîyê digerîyam. Nişkêva merivekî bi dengekî nenas selam da min.
Ez vegeryame alîyê silavdayî û min kêfê wî pirs kir. Ew dostê bavê minî berê Norêns bû, bi min şa bû, millê min girt û ez berbi mala xwe birim.
Ne carekê, ne ducara hema ussa li ser hev pirsa bavê min dikir û pêra jî heyfa xwe dianî. Maşîne çû wê şevê ez li mala wî mam. Mala wî li stansîya Qemerlîyê otaxeke wî ya xemilandî û kur, qîzeke wî hebûn. Kur 13 salî bû, lê qîze 8 salî bû, bavê min, time derheq wîda gilî dikir, digot, tu û ew tev diçûne ber berxa, hûn hevalê heve şirîn bûn. Lê bîra min nedihat. Êvarê wexta ku em rûniştibûn, ewî gilîyê kuştina bavê xwe û êtîm mayîna xwe ji destê taşnaka dikir, pêra jî axîn dikişand, digot, - wexta ku mala me û we ji hev qetîyan, mala we ber bi welatê romê revî, lê em mane li vêderê, bû daşnakî, bavê min ew zor û zulma wane ku dianîne serê gundîyê kesîb, qebûl nedikir, loma jî xeniqandin. Pey xeniqandina bavê min , em êtîm man, me gelek belengazî jî dît. 1920 salê ku dîwana şêwrê hat, ez hildame êtîmxanê û dame xwendinê , şukur naka min xwendin hildaye, firqevan û agranomê vê nehîyê me, bera xweş be dîwana şêwrê û firqa kommunîsta got, xeberdana xwe kutakir.
Sivetirê ez anîme ber maşînê û berbi meskenê min verêkirim. Pencerê maşînêra gelek gund, avayê teze çêkirî xweya dikirin. Lê avayîkî zef bedew rind li stansîya Araratê çêkirîbûn, li wêderê ronkaya êlêktrîkê jî hebû.
Ji wêra digotin, - Zavoda"semstroê" ew zavod zef lixaşa min dihat, wekî digotin, - vê zavodê da kilsê dişewitînin, bi wê xanmanê rind çêdikin. Maşîn wêderê sekinîbû, min û palekî zavodê xeberdida, ewî digot, - vî gundî Develîyêda zavodeke dine jî heye ew jî ya şerabê ye.
Li wî gundî gelek baqê tirîya, sêva hurmîya, zerdela, - qeysîya û yê mayîn hebûn, kivş bû, wekî wê nehyê da gerekê zavoda şerabê ese hebûya, û ya konsêrvayê jî lazim bû. Çimku meriv li dora xwe dinihêrî, qe îna nedikir ku êmîşê wêderê kutabe. Xeberdana wî hevalî pale û mêzekirina baq- baqata zef li min xweş dihat, nişkêva zengil lêxistin, min îzna xwe ji wî xwest, revîm, ancax gihîştime maşînê û çûm.
Rêva hema ussa em ji baq- baqat û gundêd teze derbaz dibûn me dihiştin û em diçûn. Maşîn çiqasî nêzîkî stansîya Arazdayanê dibû, hêdî – hêdî niqil sist dikirin, sekinî, ez peya bûm.
Gundê kurmanca xûya dikirin, lodê mezin, xanîyê bilind kifş dibûn, kulekara, bixêrîyara dû derdiket, kifşî hebû, wekî tendûr û kuçik dadabûn. Kavirr bere ser gihê dabûn, gîhayê pezê êvarê dadanîn. Ez lap çûme nav gund, xanîyê wî gundî, yê kevn li ser edetê lapî berê dîwar bi tûrêd qêmûşe çêkirî, di wan xanîyada merî û heywan ser hevda dijîn, çend cîyê jî xanî kivş nedibûn, lê dû ji erdê hildikşîya, dengê meriva têda dihat. Ser xanîya qûje- qûja dîkê esir bûn. Dihate zanbûnê, wekî ew gundê zûdane, çimku ser xanîya gîha şînbûbû, kevirê merzela erdêda çûbûn, pûrt dabûn, nolî merivê kose rû xurî, geleka jî dîwarêd wan hilşîyabûn, hemîn ku kelefê xirabe jî kêm nînbûn. Kî ji mala derdiket çevêd xwe ji hêsira temîz dikir, nolî "merivê dê mirî" ew ji dû bû. Hineka ser tendûra kinc şûştibûn, hêdî- hêdî ser tulmê şorê radixistin, bona zahabûnê. Kincê gelekî teze û perçê pak bûn, kifşî hebû, wekî perçe gelekî tînine wî gundî, hebûna wana pak û berekêva dîwanê guharîya jîyîna wane emrê teze jî dikir, dixast wana ji jîyana kevn derxe, qaydê jîyîna teze, kultûra teze nav wanda jî cî bike.
Ez mal, bi mal derbaz dibûm, berbi îdara şêwra gund diçûm, rêda kome zaro dihatin, çeltikê wana stûyada, hinek jî kitêb girtibûne destê xwe him dixwandin, him jî dihatin. Min dibihîst , wekî miqala "Memê û Eyşê" dixûnin û rewa dikin, ji wana kurekî bedewî jîr, him dixwend him jî komekî dida hevala. Wexta piştî dîtina derbazkirina gunda wî halî ku ez çev wan ketim, dilê min jî eşqa tijî bû, ez sekinîm, min selam da wan. Hemûya bi hevra selama min vegirtin û ji komê yek nêzîkî min bû.
Min ji şabûna berê navê wî, kîjan komêda xwendina wî pirs kir. Ewî bi devekî ken cava min da û got- ez koma sisya da dixwûnim. Paşê min pirs kir: - navê te çî ye? – navê min Mehmed, navê bavê min Ûso. Wekî herim, ezê bikaribim dersdarê we mektebêda bibînim ? – Belê got û çû. Pêş gund cîkî rast gelek xan- manê teze bi cêrge çêkiribûn, ji wan otaxa, ji yekê dûya soba derdiket, kome mêr pêş otaxê sekinî, ser berfa teze ketî laqirdî dikirin, berf hev werdikirin û bere hev didan. Hundur da jî kome merî rûniştibûn, ji wan wêda jî komeke jina bû, wekî kursêda dixandin.
Kursê êvarê 3 hev bûn, wekî kursêda xwendin û nivîsara rast, ya duda derheqa şêwrbûna Azarbaycanê, lê ya sisyada derheqa her şeş şertê heval Stalîn derbaz dibûn.
Piştî kutabûna dersa, dersdar heval… Îsmayîl hat, me selam da hev û paşê ewî destpêkir got, - heta sala 1930 – vî gundîda merivê xwendî nedibûn, sala 1930 bi saya dîwana şêwrê mekteb hate vekirinê, niha berkêva tê hilanînê nexwendîtî pilanê xwendina borclî têne qedandinê. Vê gavê 200 kur- 180 qîz- 180 mêr- 180 jin bi zimanê kurmancî dixûnin û hînî hemû gilî- gotina divin, berekêva miqabilî jîyîna kevn disekinin. Wê şevê ez li mala wî mam.
Dersdar şiro dikir
Sala 1930 bû, ez bi malêva dimame li nehya şerûrê gundê Şawilîka. Wî gundîda gelek malê kurmanc wetenî bûbûn : lê hela gund da mekteb tune bû wan rojêd paşîn beş hebû, wekî mektebê vekin. Rojeke paîzê sar, berî nîvro maşîne ji Nexcîwanê hat, çû li stansîya Arazdayanê sekinî..
Ji maşînê merivekî bi kincêd xas peyabû, destekîda çemedanek berdestê dinê kitêb, devter girtibûn, rastî kê dihat, navê sedrê gund, cîyê îdara dipirsî. Hat kete îdara şêwra gund.
Êpêce wext derbaz bû, uzvê şêwra gund elametî dan, wekî siheta hevta civat- heye, gelekê gundî temam îdara şêwra gundda hazir bin. Siheta 7 a bû, gundî bere bere diçûne civatê, ez jî çûm, nav cimaetêda rûniştim. Sedrê şêwrê û katibê uzeka komsomola xelq cî dikirin û didane rûniştandinê.
Sedir civat vekir, got :
-mizgîna min ji we gundîyê kesîb û nîvçera ! dîwana şêwrê îro ji bona we dersdar şandîye, mektebê vedike. Wexta gundîyê kesîb- nîvçe ev xeber bihîstin, ji eşqa- şabûna nizanbûn çi bikirana, ji dest li hev xistinê dengê meriva nedihate bihîstinê, ancax min dibihîst, wekî digotin- emir bike dîwana şêwrê firqa kommûnîsta !
Wê me jî bide xwendinê.
Alîkîda jî, dengê axe- ax, ofe- ofê ber guhê min diket, digotin- dewrana me çû, dewrana wan hat. Min ew deng lap pak seh dikir, lê min nizanbû ji kêderê tê, lema jî digeryam ku wan bibînim, kanê ew kîne ?
Çima ussa dikin ? min jî tirê brîndar hene, yan jî nexweş. Ew dengê wane tê.
Nişkêva meriv ber çevê min ket, li ber dîwarê rûnişt, piste- pista wane li civatê pirçûye xwe kiribûn "nolê merivê ewled mirî, sekinîbûn. Min lê nihêrî, ew kûlakêd gund Hesoyê Kelo, Keleşê Fero û mellê gund Misto ye, li hev civyane halê xweda dibêjin : raste heta niha gund da xebatçî hebûn, lê ji wana gelek xwendî û nîv xwendî bûn, dersdar jî hat, ew him bi xwey xwendî, him jî wê zara û mezina bide xwendinê û yê nexwendî jî bi her gilî- gotina bide serwext kirinê. Îdî kes gura me nake, ewê hemû sirrê me bide eyan kirinê, me ji dunyayê bide qetandinê.
Wexta ku sedr got, - ji bona mektebê otax dest xistin lazime, çika bêjin, ya kê layîqe ? em dikarin bi wedetî bikin mekteb ? katibê uzeka komsomola Hesenê Hancî rabû, got, - hevalno ! qanûn rê nade ku em gundîyê kesîb û nîvçe ji xan manê wan derxin, lê wext jî pêra gihîştîye, êdî em nikarin teze ji bona mektebê xan- mana avakin, lazime wekî em otaxa kulakê gund Hesoyê Kelo jê bistînin.
Ewê yekê lap agir bere dilê "koma bi şîn" da civatê qirar da, wekî wê otaxê ji wî bistînin û çiqas zarê emrê xwendinê hene, bişînin xwendinê. Civat bi dest, li hevxistineke giran kutabû.
Sivetirê dersdarî li hîvya şagirta bû, ku zarê bên. Zaru zef kêm hatibûn. Tu nevê wê şevê kulak, şêx, mellê gund şev heta sivê ketine nav gund pravaktsîya belakirine, loma zaru nayên.
Sedrê gund û dersdar, carke din ketin nav gund û navnîşa zarê emrê mektebê girtin, û dîsa dê bavê wan derheqa xwendinêda dane serwextkirinê. Heso jî hela otax bi pakî vala nekiribû, digot, kengê zaru hatin, ezê paşê valakim. Hemîn ku kulak û dîndarê gund seva stendina otaxa wî razî nînbûn. Sedir bi qelebalixeke giran ew jî vala kir.
Şagirt dihatin, 70 kur, 53 qîza dixwend, gundî deste – deste dihatin temaşa xwendina wan dikirin, wan roja çevê minî li Heso bû, ewî şer dixast, dixast wekî yek derheq nepakîya xwendinêda tiştekî bêje, yan jî gilîkî ji nepakîya dîwanê xeberde, seva ew jî derê gilîya veke, derd û kulê xwe bêje, loma banzdida ber devê her kesî û gilî jê dipirsîn.
Rokê jî ez seva standina perçe û şekir ber koopêratîvê sekinîbûm. Perçe û şekirî- bol bû, kê çiqas dixast, distand, lê perê min malda mabûn, ez hîvîya ji mal anîna pera mabûm, Heso zanibû, wekî pere bi minra tunenin, hinekî dora min çû- hat, got, kerem ke mal. Ez neçûm, paşê got, - dibe tu seva pera sekinî ? were pere çiqas lazimin, bidim.
Min qestbende got, lê paşê ezê ji ku bînim, bidme te ? tenê tu eva otaxê komekê bide, bera otaxê ji destê min neçe, pere xweşhelalî te bin. Min dixast wekî nêta dilê wî zanibim, min ew jî pak eyan kir, û paşê guh nedayê û çûm.
Sive bû uzeka komsomola Hesenê Hacî derî kuta û paşê hate hundur, mîna merivekî dev bi ken got, berî selamê mizgîna min : êdî gundî hêsabûn, pêsîra me ji kulak û dîndara xilas bû, gund steqirîye, zaru bi 100% hatine mektebê.
-çibû ? min pirskir.
-kulak û dîndar girtin, malê wan nihêrîn, mala Heso da 3 tiving qirmek jî girtin, ez şa bûm, min mizgîna wî kitêbeke," xu xu hînbûna xwendina kurmancî"dayê pey girtina wanra êdî zaru ji mektebê nediman, şuxulê xwendinê ro- bi ro pêşda çû. Min hêca fem kir, wekî şuxul paşda dixist.
...................

AttachmentSize
nubara_wezire_nadiri_tipguhezi_ji_edo_makuyi.pdf549.54 KB
No votes yet