helbestên kurdi

DESTANA JINÊN KÛRD

Gotin em jinên kurd e
Em dixwazin bi mêran heri şer
Kirasê tirsê çirand ewilî
Wan Jinê namusa mêran
Wan Jinê kûçe û pace jêr qebhet
Ref ref rêya cengê girt
Kurdistan bûn namus,

Evîn u Welat

Dîsa ez tenêyi
Lı welatêkî dûr
Bajarekî bîhnteng
Bajarekî bê kew
Ken, girî, bîrkirinê min..
Gotin û hawarê min
Hûndirê min de dimîni
Evînek min jî heye
Li ew jî wek welatê min

Hêvî

Hêvî ne tenê nan e
Ji feqîr û bindesta re
Av e, hilm e
Pêşeroja zarrê xweşik
Tirs e ser dilê zûlmdara
Benê hûstê dîktator
Dîktator e çaw sor
Jîyan bi xwe ye hêvî
Çirak vêketî nav tarîyê de

Newal

Mij ketîyi newal û besta
Gûr, dernekit ji şikeftan
Zinar ditîrsiya bê dengi
Ax, xewnek giran de
Dara gûhişê, fettîsîyi
Çaw, çawa nabîni
Sibê li benda sibê yi…

20/12/2011 00:13

Êvarek li Îzmirê

Êvarek li Îzmirê

êvar
hêdî hêdî
bêdeng
û xwe bawerî
danî li ser rojê
tarî ket erdê
sîya min,
ji min stand tarîyê
sîya min
tenê hevalê min
bê sî,
bê heval
bê ronî mam

Dayê

Dayê

Di girî ya;
Hêsir di baran,
Niqrîsk vedidan ,
Şev û roj…
Ez hew radiza
Çavê min li beştayê malê
An beştê nexwesxanê
Jinek lı ber sere mın
Her dem
Min dinerîya
Û di girî

EY DIL

EY DIL

Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî

DILÊ ŞEYDA

DILÊ ŞEYDA

Disan dilê şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira şehbazî kir

Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda wî enqa şîret e

BAXÊ SORGULAN

BAXÊ SORGULAN

Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf

Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan

AXÎRET FIROŞÎN

AXÎRET FIROŞÎN

Da zenn ne birîn ku em xemûşîn
Em beste dehan û dil xurûşîn

Genca me di dil, guher tijîne
Her çendî îyan xezef firoşîn

şahîn û bi xef, bi libsî dîba

Syndicate content