evindari

ÇÎRÇİROK

ji ber ku
bi hev şad bibin em
av didan min
av didan her şev
di nav nivînên me yên kevnar de
çîrçîrok ên dilê xwe..

II

gava dorpêç dikir min
xewnên xwe
tazî diman

Evîna Te EZ Nehiştim

EVÎNA TE EZ NEHİŞTİM

Evîna te ez nehiştim
Birçî mam, tî mam ez
Bêbext, tarî bû şev
can reben, can bêdeng
can felq felq...
û destên min di kelepçê da
bê titûn bêxewn mam

Nivîsandin

Min
Bi pénûsek
Dilgerm
te
Dinivîsand

Min
Dinivîsand
û
çap dikir
çavén te yén
dest girtî.

Min
Bi pénûsek
Diltazî
te
Dinivîsand

Min
Dinivîsand
Û
Helbestén xwe én bejî

Agirê Evîndarî

Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,

Syndicate content