ABDÜLHAMİTABDÜL...
51, Elazığ
idriscaglaridrisc...
, Elazığ
6666
56, Ankara
tahsin_sahintahsin...
64, KAYSERİ
nesimseknesimsek
49, Ankara
nergiz63nergiz63
26, urfa
Emirhan ErtaşEmirha...
, Izmir
ibizaibiza
26, madrid

Hevhatin

Hevhatin

Hevhatin

Helbest
Meho Kendal(Edo Makuyi)

2006

Hevhatin

Hûn jî ji min biborin
Hinik nava digorim

Silav û rêz û hermet
Li wan kurdên bi rûmet

Ez gelek hej wan dikim
Tu car wan ji bîr nakim

Ez vegerim bi berê
Bi wan wextê pir şerê

Gava şêx Seîd Zaza
Li bin darek da raza

Dar jî hate zar ziman
Pesna wê kir bêguman

Go ya kalê nûranî
Tu gelekî şervanî

Bi vê rûyê sipî va
Wan birîyên qeytanî

Te pir hanî ser turkan
Te tac danî ser kurdan

Tiştek te ra bibêjim
Xema xwe jî birêjim

Tu razayî bin dara
Yê te bikin sêdara

Tê darda bî bi yara
Çirayek bî ji ma ra

Ez vedgerim vî alî
Ta ku bêjim vî qalî

Qazîj bi serfirazî
Kalê barzan kir gazî

Tu jî gerek bilezî
Xudê bibe te razî

Ala kurda tu hilde
Tev reşîd xan bi milde

Mi sûnd xwarbû xudê ra
Warim kuştin vê rê da

Çarçira çirak temrand
Barzanî tu car nemrand

Rehma xudê ji kalê be
Heval Mesûd şûna wê be

Nêçîrvan jî navdare
Talban serok komare

Sedam mîna pepûke
Armanca me kerkûke

Ewan dewlet çêkirin
Halê kurda xwaş kirin

Du sêdar û terorek
Qasimlû jî rêberek

Li Mîkunûs got me ra
Bi Qadirî bi hev ra

Ser masê da şehîd bûn
Li Fransa bi cî bûn

Li goristana Parîs
Bi dest neyarê Farîs

Li nav axa bîyanî
Tilvîzyûna Tîşk danî

Seyid Riza û Nehrî
Dujmin dane ber jehrî

Hefîd Simko Berzencî
Dixwastin yek armancî

Hemûka bi serhildan
Ji bo kurda berxwedan

Qendîl Sîpan û Gabar
Cûdî Agrî û Şingar

Şêrên kurda bi yek car
Li ser çîya hatin xwar

Sing û milê çîya da
Li şarge û gelya da

Bi dar û şûr û tifing
Bi zar û tîr û xedeng

Apo hat dunya hejand
Miraza hemya qedand

Qe kes kurda nas nedkir
Nîşka hemû hatin vir

Bi mîkrofonê hazir
Veza kurda kir bawir

Gotin gelo em çakin
Em vê xelkê jî şakin

Belê Misto Beko bû
Kemalîst jî faşîst bû

Hemû li hev da civyan
Xîret firotin bîyan

Gotin Încîrîk we ra
Lê alîkar bin me ra

Nehêlin kurd serkevin
Dengê xwe jî derbixin

Bigrin Apo yekalî
Bavêjin wî îmralî

Kurd gazî kin vîalî
Agir bestê tekalî

Karasû û Karayîlan
Heta herî Şemzînan

Ebûra tirka birin
Hemîşe tirka jêrin

Şuqul ket destê arteş
Xelk jî hemû bûn bê beş

Hema xwîn û şer û ceng
Zarok dimînin bê deng

Nikarin ku bilîzin
Çimak neyar qirêjin

Yekgirtin û tevahî
Piştgirtin û hewkarî

Xîret û alîkarî
Dujmin dike ferarî

Elîzade û Hîkmet
Mohtediyê bi rûmet

Rojhelat û Komole
Mîna dest û namile

Heko ji hev cihê bin
Bawir nakim tiştek kin

Xudê biki hev warin
Heko tenê bin jarin

Pejak gerek li Qendîl
Farsa bikin ew rezîl

Şêx Meşûqê Xiznavî
Qamişloya danavî

Beisa Sûrî yek carî
Bi roj kirin tim tarî

Roj û Kurdsat û Zagros
Bi Kurdistana pîroz

Mmc û rojhelat
Tîşk jî wanra kir xebat

Hînga medya bû zengîn
Wek xwîna sora rengîn

Kultûra me bû bideng
Rewşa kurda jî cêhreng

Şair kedkar hozanvan
Nivîskar û şanovan

Hunermend û çekdaran
Muhendis û duxtoran

Her çi bêjin bixwazin
Bê êş û gil û gazin

Bira kurd jî neyêşin
Mînaka min beroşin

Hemû kurda tu bîne
Hûrhûr ser çevê xwîne

Bi hevra bikelîne
Goşta wan biqelîne

Xwîna wan jî tê cehev
Qet dûr nakevin ji hev

Berêva jî dibêjin
Goşta hev jî bimêjin

Hestîyên hev navêjin
Pilanekî birêjin

Hizb û serok û rêber
Nemînin hev bêxeber

Bira haş hevdu hebin
Heta dujmin tine bin

AttachmentSize
hevhatin111.pdf136.94 KB
Your rating: None Average: 3 (1 vote)

Comments

Post new comment

(If you're a human, don't change the following field)
Your first name.
The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
 
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.
Image CAPTCHA
Enter the characters shown in the image.